Adil Elhadî: Şêniyên Siwêdayê daxwaza pêdiviyên bingehîn dikin

Parêzer û hiqûqnas Adil Elhadî anî ziman, ku bangawaziyên şêniyên bajarê Siwêdayê ji bo peydakirina pêdiviyên debara jiyanê, mafekî destûrî û exlaqî ye.

Parêzer û hiûqnas Adil Elhadî li ser bûyer û çalakiyên dawî yên li Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî. 

Elhadî diyar kir ku heman bûyerên li bajarê Siwêdayê diqewime li tevahiya bajarên Sûriyeyê diewime û got, "Buhayê alavan gelekî zêde bûye. Hin ji wan bi rêjeya ji sedî 500 biha bûne. Mîna Newras Zeyn El Dîn ciwan bi zordarî têne girtin. Her wiha derfetên mirovan nemaye û bazirganî, pîşesazî, kirîn û firotin; gelek kar têne astengkirin. Lewma banga xelkê Siwêdayê û daketina wan a li kolanan li gorî xal û bendên destûrî ji bo mafên wan e."

Adil Elhadî destnîşan kir ku daxwaza xelkê Siwêdayê peydakirina pêdiviyên bingehîn ên ji bo debara jiyanê ye û got, "Ev yek mafekî destûrî, exlaqî û mantiqî ye."

Adil Elhadî anî ziman ku xwepêşandanên bi heman daxwazê li tevahiya Sûriyeyê hene û li gel astengiyên hêzên rejîmê jî tevlîbûn li çalakiyan dibe.