Ûsiv a di greva birçîbûnê: Em biryardar in

Hacer Xelîl Ûsiv, yek ji çalakgera greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Gebzeyê diyar kir ew ê bi biryardarî greva xwe ya birçîbûnê bidomînin û got, ''Divê kes biryarariya me nede ber pirssan''.

Hacer Xelîl Ûsiv ku ev 25 sal in li Girtîgeha Girtî ya Gebzeyê  girtî ye û ev 146 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û got weke roja pêşî ew li ser berxwedana xwe biryardar in.

'BILA KES BIRYARDARIYA ME NEDE BER PIRSAN'

Ûsiv hevalên xwe yên ku dest bi rojiya mirinê kirine slav kir û got, ''Ji bo me ya girîng zemanê ku niha ku em tê de nû çalakiya me ye. Çalakiya rojiya mirinê dest pê kir. Lê ez jê re rojiya mirinê nabêjim, 'roja jiyanê' dibêjim. Hemû hevrêyên ku dest bi roja jiyanê kirine slav dikim. Me roja pêşî çi gotibe niha jî eynî tiştî dibêjin. Em biryardar in. Kî vê qebûl dike an na ev tiştekî dî ye. Lê mafê kesî tine ku biryardariya me bide ber pirsan û nîqaş bike. Heqê kesî tine ku li ser biryara me biaxive. Me destpêkê çawa gotibe em ê tecrîdê bişkînin niha jî bi eynî moral û biryardariyê didomînin. Rêbertiya me ev 20 sal in girtî ye. Ev ji me rexnedayinek e û şermeke mezin e.''

'DAYIK PÊŞENGIYA ME DIKIN'

Ûsiv li ser çalakiya dayikên girtiyan ên li ber zindana got, çalakî berbelav bûye û domand, ''Ez çalakiya dayikên me bi hurmeteke mezin slav dikim û ji destê hemûyan maç dikim. Her carê em dibêjin, encex dayikên me dikarin pêşengiya me bikin. Ez roja dayikan, di şexsê wan dayikan de ku li ber zindana çalakiyan dikin, li hemû şoreşgeran, dayikên gerîla û Kurdistanê pîroz dikim.''

'HEVDÎTIN ENCAMA BERXWEDANÊ YE'

Ûsiv diyar kir hevdîtina li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan encama berxwedana wan e û domand, ''Bila gelê me baş bizanibe hevdîtin encama berxwedanê ye. Em her deqe ber bi armanca xwe ve diçin. Weke me gotî dema şoreşê ye. Bila kes xeman nexwe, em bi moral û biryardariyke mezin ber bi armanca xwe ve diçin. Ez hêvî dikim her kes tevlî çalakiya 'em tecrîdê bişkînin' bibe. Banga me li hemû gelê me û dostê me ev e.''

REWŞA TENDIRISTIYÊ

Ûsiv li ser rewşa tendiristiya xwe û hevalên xwe got, ''Li vir rojên me giran derbas dibin. Me pir li xwe şikandiye. Rêveberî zextan dike. Serfirazî wê ya gelê me û tevgera me be.''