Û alên YJŞ û YPJ'ê li navenda Reqayê hatin çikandin

Şervanên jin ên YJŞ û YPJ'ê, ku di operasyona Reqayê de ne, alên xwe li navenda bajarê Reqayê çikandin. Şervanên jin gotin, Reqa wê di demeke kin de bê rizgarkirin.

"Cenga Mezin" a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ji bo rizgarkirina Reqayê hate destpêkirin, di roja 100'î de ye. Li navenda bajarê Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ku li refên herî pêş ên operasyonê ne, bi hev re alên xwe li navenda bajarê Reqayê çikandin. Hêzên YPG/YPJ'ê beriya niha jî ji aliyê rojhilat ve ala xwe li navenda bajêr çikandibûn.

Jinên ji Şengal û Rojava, ku bi hev re li dijî DAIŞ'ê şer dikin, kolan bi kolan, tax bi tax bajêr ji DAIŞ'ê paqij dikin. Şervanên jin bi kêfxweşiyeke mezin alên xwe li ba dan.

Şervanên jinên li kolanên Reqayê dirûşmên "Bijî berxwedana YPJ'ê" û "Bijî berxwedana YJŞ'ê" qîriyan. Şervanên jin destnîşan kirin, ku wê di demeke nêz de Reqayê rizgar bikin.

70 ji sedî yê bajêr hatine kontrolkirin. Bi rizgarkirina Mirûr û El Sekne re hejmara taxên hatine rizgarkirin gihîşt 16'an.