'Şoreş gihîştiye wê astê ku veger jê nîne'

Enternasyonalîstê Emerîkî Agir destnîşan kir ku li gel zext û êrîşan jî Şoreşa Rojava di nava 10 salan de civaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gihand asteke welê ku veger jê nîne.

Enternasyonalîstê Emerîkî Agir destnîşan kir ku Şoreşa Rojava ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gelekî girîng û pêwîst e.

Ji şervanên enternasyonalîst ên YPG'ê Agir ê Emerîkî ji ANF'ê rea xivî û diyar kir ku ji bo xwedîderketin û parastina Şoreşa Rojava hatiye, ku bi serketineke mezin a li dijî DAÎŞ'ê bi hev re hate avakirin. Agir got, "Min Rojava destpêkê bi şerê Kobanê bihîst û şerê li dijî DAÎŞ'ê ji nûçeyan dişopand. Bi vî rengî min fêhm kir ku çi diqewime û YPG-YPJ ji bo çi şer dikin."

BI TEMAŞEKIRINA JI DERVE ZEHMET E KU BÊ FÊHMKIRIN

Agir ragihand ku di dema derbasbûyî de wî rewşa li qadê, şêweyê jiyana mirovan û wateya hebûna li vê derê bi şênberî fêhm kir û got, gelekî zehmet e ku bi temaşekirina ji derve ev yek bê fêhmkirin.

Agir işaret bi pirsgirêkên ji ber şert û mercên şer kir û got, "Piraniya budçeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji lêçûnên şer re diçe. Ev jî pirsgirêkeke ku divê civaka navneteweyî pê re rû bi rû bimîne."

JI BO ARAMÎ Û AŞTIYÊ

Agir got, eger Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi rengekî fermî bê naskirin, pêşî li gef û êrîşên terorîstî bêne girtin û herêm bi temamî weke qada ji firînê re qedexe bê ragihandin, ev yek kare ji aramî û aştiya li herêmê re bibe alîkar û diyar kir ku dem hatiye, welat hemû DAÎŞ'iyên xwe werbigirin.

GIHÎŞT ASTEKE WELÊ KU VEGER JÊ NÎNE

Agir diyar kir ku li gel êrîşan jî Şoreşa Rojava bi berxwedanê gihîşt vê astê, li ser piyan ma û wiha dewam kir, "Tenê di nava 10 salan de civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihand wê astê ku veger jê nîne. Tê zanîn ku Rojhilata Navîn di navbera qebîle, komên etnîkî û olî de hatiye parçekirin, lê belê meyla li vê derê berevajî vê yekê ye. Em dibînin ku dema bê xwestin xweşbînî û jiyana bi hev re ya pêkhateyan dikare bê biserxistin. Li hemberî tundî û newekheviya li dijî jinê, li vê derê jin her roj hîn bêhtir tevlî nava civakê dibin. Tevlî nava çand, siyaset, artêş, aborî, zanistî, tip, spor û hwd. dibin. Mebest ji tevlîbûnê ne entegreya li sîstema mêr a heyî ye. Ez qala afirandina sazî û qadên xwe dikim. Vê yekê ne tenê ji bo jinan jî dikin, her wiha ji bo mêran jî dikin. Eger em dest ji tirsa ji xweserî û azadiya jinê berdin, dibe ku ev yek azadiya me xurtir bike."

BANGA JI BO XURTKIRINÊ

Agir ê enternasyonalîst ku di 9'ê Cotmehê de ji ANF'ê re axivî, got "9'ê Cotmehê roja qetilkirina Che Gûevara ye. Li gel mirina xwe ya fîzîkî jî ji bo mirovên baweriya xwe bi edalet, azadî û demokrasiyê tînin îro jî referanseke gelekî girîng e. Ji bo welatên xizan û Latîn Emerîkayê gelekî girîng e. Îro di heman demê de destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan e. Lewma divê qet neyê jibîrkirin ku her tişt ji aliyê gerdûnî ve pêwendiya xwe bi hev re heye. Ev bûyer di heman demê de bangeke welê ye ku her kes fikrên Ocalan û Mûrray Bookchîn û yên mîna wan baştir fêhm bikin û ji bo cîhaneke nû û jiyan lê pêkane hîn bêhtir bikevin nava hewldanan."