Şervanên YPJ'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin

Şervanên YPJ'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 10'emîn a damezrandina YPJ'ê pîroz kirin.

Merasîma leşkerî bi dirûşmeya “JIN, JIYAN, AZADÎ, YPJ misogeriya parastina nirxê şoreşa jinê ye” hat lidarxistin û bi sedan şervanên jin beşdarê bûn. Li cihê merasîmê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, Dayika Uweyş, cangoriyên azadiyê, alê YPJ/YPG`ê hatin daliqandin.

Di merasîmê de piştî deqeyek rêzgirtin, bi sedan şervanên YPJ'ê merasîma leşkerî li dar xist.

Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed li merasîmê axivî. Newroz Ehmed rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û salvegera damezirandina YPJ’ê pîroz kir.

Newroz diyar kir Rêber Abdullah Ocalan afrînerê fikir û jiyana azad e û hebûna xwe ji bo tevahî azadîxwaz û jinan daye û wiha dom kir: “Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahî mirov û têkoşberên ji bo demokrasiyê li ber xwe didin e. Rojbûna Rêber Apo li tevahî gelên cîhanê pîroz dikin. Em di şexsê dayika Uweyş de jî hemû dayikên ku têkoşiyane û heta niha li ber xwe didin jî silav dikin.”

Newroz Ehmed bi minasebeta salvegera 10`emîn a damezirandina YPJ`ê ev axaftin kir: “Jin bi saya fikr û zanebûna Rêber Apo gihîştin vê astê. Rêber Apo felsefeya azadiya jinê diyarî hemû jinan kir û îradeyek xurt da avakirin. Îro YPJ’ê salvegera xwe ya 10’emîn pîroz dike. Wek şervanên jin, me bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo xwe nas kir, azadî jî encax bi têkoşînek bêhempa bê bidestxistin.”

Piştî axaftina Newroz Ehmed, bi van herdu minasebetan dar hatin çandin.