Şervanên YPJ’ê: Newroz bi heqîqeta Berxwedana Efrînê mîsoger bûye

Şervanên YPJ’ê cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kirin û gotin; “Em bi rihê ‘Berxwedana Serdemê’ Newrozê pîroz dikin û ew ê berxwedana gelê me bi ser bikeve.”

Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên li eniyên berxwedanê têkildarî cejna Newrozê hestên xwe anîn ziman û gotin ku ew ê bi rihê ‘Berxwedana Serdemê’ cejna Newrozê pîroz bikin.

‘WÊ BERXWEDANA GELÊ ME BI SER BIKEVE’

Şervana YPJ’ê Çarçêla Zeyda cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, gelê Kurd û tevayî gelên Rojhilata Navîn û gelê berxwedêr ê Efrînê pîroz kir û got; “Newroz bi Kawayê Hesinkar, Mazlûm Doğan û Rehşanan dest pê kir. Tevî ewqas êrîşên li ser gelê Kurd hatî meşandin û ewqas qatlîamên hatin çekirin lê dîsa gelê me rojên xwe yên pîroz bi kelecaneke pir mezin xwedî derketine. Gelê me wê bi rihê Newroza 2018’an xwedî li Efrînê û berxwedêrên xwe derkevin. Hêza dijmin nîne ku li hemberî YPJ û YPG’ê şer bike. Ji ber ku em bi ruhê Barîn û Avêstayan hîn zêdetir xurttir dibin. Bi taybet gelê me yê her çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li dervayî welat jî xwedî vê berxwedaniyê derbikevin. Wê berxwedana gelê me bi ser bikeve. Ev tiştê ku niha li Efrînê tên jiyîn di rûpelên dîrokê de cihekî nû vekir. Serkeftin ya gelê Kurd e.”

‘TU KES NIKARE AGIRÊ NEWROZÊ BITEFÎNE’

Şervana YPJ’ê Bêrîvan Azad jî got kes nikare agirê Newrozê bitefîne û wiha domand; “Dîroka Kurdan tijî berxwedanî ye û di nava van berxwedaniyan de heval hene ku bi agirê bedena xwe Newroz pîroz kirine. Dema ev çalakî pêk anîn jî digotin ‘tu kes nikare agirê Newrozê bitefîne’ yek ji van jî hevalan Heval Bêrîvan, Ronahî bûn. Di dîroka gelê me de çalakiya hevalan bandoreke herî mezin da avakirin û rihê şoreşê, têkoşîn û raperînan li Kurdistanê geş kirin. Dema ku mirov li Rojavayê Kurdistanê dinêre berxwedaniyên herî serkeftî û herî xurt deketine holê. Em bi rihê berxwedana serdemê vê Newroza gelan di serî de ji gelê xwe re û Rêberê Rêberan Rêber APO pîroz dikin û dibêjin em ê heta dawiyê şopdarê rêya şoreşê bin ta ku gelê me bigihîje jiyana azad û serkeftina mayînde.”

‘SERKEFTINA GELAN YA BI AGIRÊ NEWROZÊ XWE PÊÇAYÎ TU CARAN NAYÊ TEFANDIN’

Herî dawî şervana YPJ’ê Zîlan Amed jî ev tişt got; “Cejna Newrozê li gelên Mezopotamya, gelê Kurd û tevayî gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim.Cejna Newrozê bi berxwedanî û bi hezaran şehîdên ku  qehremantî ava kirin gihişte vê astê. Vê berxwedaniyê hişt ku Kurdistan veguherê warê şoreşa hemû gelan û mirovahiyê. Îro ev rastiya şoreşa gelan tovên xwe li ser xaka rojavayî Kurdistanê reşandiye û şîn bûye. Dehaqên sedsala 21’emîn ji bo vê rastiya ji holê rakin çi destê wan tê dikin. Lê çi dibe bila bibe serkeftina gelan bi agirê Newrozê xwe pêçaye wê ti carî neyê tefandin. Ev heqîqeta Newroz bûyînê îro xwe di şexsê berxwedana serdemê ya li Efrînê bûye şênber bûye. Li ser vî esasî em tu caran dev ji doza xwe bernadin û her bi rihê serkeftinê dijîn. Wê berxwedana gelê me bi ser bikeve.”