Bi wesîleya bilindkirina têkoşîna 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li her derê cîhanê çalakiyên cihêreng tên lidar xistin. Li welatê ku şoreşa jinê lê avabûye ango erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê jî bi wesîleya rojê çalakiyên xwe dewam dikin. Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Gaziyên şer nirxandin kirin.
‘JI BO KU DÎROK RONÎ BIBE DIVÊ JIN XWEDÎ LI KEDA XWE DERKEVE’
Şervana YPJ’ê ku di heman demê de gaziya şer e Mizgîn Îdrîs, dema behsa girîngiya dîrokî ya 8'ê Adarê kir, ev tişt anî ziman, “8’ê Adarê roja jinên cihanê ye. Di serî de ez jinên şehîd ên têkoşer bi rêzdarî bi bîr tînim û li hemû jinên ku têkoşîna wan dişopînin û jinên ku dibêjin ‘teqez em ê bi ser bikevin’ li wan pîroz dikim. Divê jinên cîhanê zanibin ku 8'ê Adarê bi hêsanî nehatiye qebûlkirin. Di sala 1857’an de li New Yorkê di fabrîqayê de 129 jin hatin şewitandin. Ji bo vê têkoşînê bi sedan jin xwe feda kirin. Ji bo min jî wateyek xwe ya pir cûda heye. Gelek berdêl hatin dayîn û kedên mezin û giranbûha hatiye afirandin; ji nû ve hîşyarbûn û vegera Amargiyê (vegerandina dayîk û azadiyê) 8’ê Adarê. Weke ku Rêberê me jî dibêje ‘Ne tenê 8'ê Adarê, divê hemû rojên din jî bibe ya jinan.’ Ji ber wê jî pêwîstiya dîrokê jî bi têkoşîna jinan heye. Ji ber wê yekê sîstemên hegemon tenê dixwaze bi rojeke re jinê sînordar bikin û têkoşîna jinan lewaz bixin. Weke ku zarokek bixapînin dixwazin têkoşîna jinan jî bi vi rengî bixapînin.”
Şervana YPJ’ê Mizgîn Îdrîs, destnîşan kir ku ji bo dîrok ronî bibe divê jin xwedî li keda xwe derkevin û wiha domand, “Bi minasebeta 8'ê Adarê ez bawer dikim ev ê pêk were. Ji ber vê jî berxwedana jinê berxwedaneke dîrokî ye û jin têkoşîna xwe ya ronîkirina dîrokê didomînin, ango ew ê bidomînin. Bi taybeti vê pêşengiyê YPJ’ê hilgirtiye li ser milê xwe. Mînaka vê jî Şoreşa di Rojavayê Kurdistanê de bi pêşengiya jinê pêk tê. Arîn, Awesta, Zehra, Sorxwîn, Azadî û bi hezaran şehîd ên ku ez navê wan nikarim bihêjmêrim, bê tirs û bi lehengî pêşengiya vê şoreşê kirine. Di şexsê wan de tevgera azadiya jin bi hêz bû. Şewqa xwe da Rojhilatê Kurdistanê û bi ‘Jin Jiyan Azadî’ re deng veda. Ev deng li Rojhalata Navîn jî û li cîhanê jî deng veda. Weke ku Rêbertiyê me jî pênase kir ku sedsala 21’emîn ew ê bibe ‘Sedsala Jinê.’ Ji ber vê jî pêwîste ku ev 8’ê Adarê hesap pirsîna baviksalariyê û vegera Amargiyê be.”
‘JIN BI FIKRA RÊBER APO RE HÎN ZÊDETIR XWE NÊZÎ AZADIYÊ DIKIN’
Şervanê YPG’ê û gaziyê şer Lalêş Êzidî, jî da zanîn ku di navbera jin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de têkiliyeke xurt a sîmbiyotîk heye û wiha dewam kir, “Dema ku mirov bala xwe dide têkoşîna roja îro; tu rêxistin, tu partî, tu zanyar li ser azadiya jinê tu carî rast nêzîkatî nedaye raber kirin. Keda jinê ya pîroz ji dîrokê heya roja îro her demê berovajî dane nasîn. Ji bo wê jî weke jin kêm hatiye dîtin. Ger îro em rastiya heyî, zîhniyeta heyî bi paradigmaya Rêber Apo re bînin ber hev pir cûdabûnê di navbera wan de bibînin. Ruhê jinê, fikir û ramana Rêber Apo ji nû ve zindî kir. Niha jî ev ruh çi astengiya nasnake; êdî jin weke berê bûye pêşengê civakê, zanyariyê û her awayî bûye mamosteya her tiştî.”
Lalêş Êzidî, li ser pirsa ‘Çima jin dilsozê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in?’ wiha bersiv da, “Di girêdana Rêber Apo ya bi azadiyê re hatiye avakirin de veşartiye. Jin bi rastî jî bi azadiya xwe ve girêdayî ye. Ji ber ku Rêber Apo nûnertiya azadiyê dike û rê û rêbaza jiyana azad ji bo jinê derdixe holê, jin dilsozê Rêber Apo ye û Rêber Apo jî dilsozê jinê ye. Ji ber vê jî jin bi fikra Rêber Apo re hîn zêdetir xwe nêzî azadiyê dike û ji nû ve xwe digihîne textê xwedewendiya ku ji destê wê hatiye dîzîn.”
‘EM Ê JIYANA AZAD MÎSOGER BIKIN’
Şervanê YPG’ê Rodî Amed jî dema behsa rola jinê ya di civakê de kir ev tişt got, “Çareserî li ser bingeha hişmendiya pergalê neyê kûrkirin, her wisa şer û şoreş ji jinê qut girtina dest ne gengaza ku şer bi temamî bibe şerê azadiyê. Gotuna 8’ê Adarê bê guman di dîrokê de xwedî girîngî û wateyê. Lê li Kurdistan ango di Rojhilata Navîn de gotinek derheqê rojê de mayînde nîne. Sedema xwe ji bo têkoşînek mezin em di nav hev de şoreşê pêk tînin, şoreş di serî de bi jinê re digihîje wateya xwe ya esasî. Di roja me ya îro de ji Stêrk-Star ango xwedewand hene. Di rastiyê de ew xwedewend xwedî erkên dîrokî ne. Cara yekem ji avakirina civak, gund heyamên herî girîng şoreşa ku bûne komcivak bi hevsengiyek pir xurt li derdora çalakbûna jinê pêşketiye. Ev jî pîroziya jin di hemû serdeman de hêza wê ya afrîner û çalakvan derdixa holê. Bê jin çi şoreş negihîştiye asta azadî û demokrasiyê, ew jî fonksiyona jin şenber dike. Rastî jî em çiqasî deyîndarê wan in, girêdanbûn û hestên ji cewherê xwe digîhîne gavek zûtir ber bi jiyana azad.”
Rodî Amed, bilêv kir ku jin xwedawenda heqîqetê ne û wiha dirêjî da axaftina xweb, “Ji dîrokê heta roja me ya îro bi awayekî tund di şexsê jinê de civak hatiye hedefgirtin. Ji ber ku jin rê nîşana civakê bû û bi her awayî rastî tepisandinê dihat. Lê beranberî wê tepisandina jinê bi her awayî li berxweda û dide. Jin di têkoşîna azadiyê ya civakê de xwedî roleke girîng e. Ew têkoşîna ku tê meşandin ruxmê her tiştê gihîştiye astekî bilind. Li her çar aliyên cîhanê roja îro jin di eksena paradîgmaya Rêber Apo de kombûne û bi vê hêzê re beranberî zîhniyeta desthilatdar disekine. Di pêşxistina xeta azadiya jinê de bi hezaran şehîd dane û hê jî şehîd didin. Ji ber vê yekê careke din tê fêhmkirin ku azadî ne hêsan e. Erka me ya di vê têkoşînê de ew e ku bi ruhê Apoyî re bi bîranînên hevrêyên jin ên şehîd ketine têkoşînê berfireh bikin û soza me ye ku jiyana azad mîsoger bikin.”