YPG/YPJ: Ji bo parastina xaka xwe, em ji her demê bêhtir amade ne!

Bi sedan şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî gefên dewleta Tirk a mêtînger a li ser Kantona Efrînê îro li hev kom bûn.

Bi sedan şervanên YPG û YPJê ji bo pişgiriya bi Efrînê re ku ev demeke ji alî dewleta Tirk a dagirker ve tê tehdît kirin, li hev civiyan.

Şervanan biryardariya xwe ya parastina xak û şêniyên Efrînê bi gotinên: “Sînorê Efrînê derbaskirin wê ji bo dewleta Tirk weke xeyalekê bimîn!

Şervanan diyar ku dewleta Tirk êrîş bike bila baş bizane wê ne tenê gelê Efrînê xwe biparêze, di heman demê de wê gelê Sûriye û Bakurê Sûriye û hemû gelê Kurd rabe ser lingan û têkoşînê bike.

Şervaneke YPJ’ê jî anî ziman ku çawa hemû pêkhateya li Kobanê li dijî çeteyê DAIŞ’ê şer kirin, wê hemû pêkhate li Efrînê jî li dijî dewleta Tirk a mêtînger li ber xwe bide û bang li ciwana kir û got: "Ji bo hûn welatê xwe lidijî êrîşên faşîst ên mêtîngerbiparêzin werin tevlî refên YPG/YPJ'ê bibin."