‘Şervanên YPG’ê bi berxwedaneke tûnd bersiva êrîşan didin’

Di nûçeya Sarah El Deeb de, nûçegihana Assocîataed Press de qala komkujiyên sivîl ên di êrîşkariya dewleta Tirk de hate kirin û hate gotin 'cihekî ku sivîl biçinê' jî nîn e.

Di nûçeyê de dîmenên kesên ku di bombebarana Tirk de birîndar bûyîn û rakirîn Nexweşxaneya li Efrînê hatiye parvekirin û tê gotin ku malbatek di mehekê de herî kêm 3 caran cih guhertiye. Di nûçeya ku qala çîroka Heyîm Hesen û pitika wê ya 1 mehî tê kirin û tê ragihandin ku li Efrînê bi sed  hezaran mirov ji ber bombebaranê cihê bi ewle digerin û bê navber neçar dimînin ku cihê xwe biguherînin.

Di nûçeya AP de tê diyarkirin ku rewşa birîndarên di bombebarana dagirkeriya Efrînê de her ku diçe xirabtir dibe û tê gotin ku êrîşên dagirkeriyê ji bo Tirkiyeyê di aliyê dîplomatîk û leşkerî de wê bibe sermaye (maliyet)

Di nûçeyê de tê bibîrxistin ku Tirkiye bi çeteyên xwe ve li 6 eniyan êrîş dike û şervanên YPG’ê li dijî van êrîşan berxwedanekî tûnd nîşan didin.

ŞERVANÊN YPG’Ê BI BERXWEDANEKÎ TÛND BERSIVA ÊRÎŞAN DIDIN

Di nûçeyê de tê diyarkirin ku şervanên YPG’ê ji bo parastina 3 hezar 900 kîlometre xaka Efrînê bi salane amadekarî kirine û tê gotin ku gelek tang û herî kêm helîkoptereke  ji aliyê şervanan ve hatiye îmhakirin.

Di nûçeyê de gotinên Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo hatiye parvekirin û wiha tê gotin; “Niha em di qonaxa yekemin ya şer de ne.Şerekî stratejîke em heya ku dersa rast nedin dagirkeriya artêşa Tirk û heya ku ji sînorên me paş ve nevekişin wê neqede.”

Di nûçeyê de nêrînên analîzker Noah Bonsey ya têkildarî dagirkeriya Tirk ku dibêje wê artêşa Tirk di nava Efrînê de gelek pêşve neçe hatiye parvekirin.

CIHEKÎ KU SIVÎL BIREVIN NÎNE!

Di nûçeyê de herî dawî qala hejmara sivîlan ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve hatî eşkerekirn û ev hejmar di navbera 15 hezar û 30 hezar de ye û gotinên sivîlekê ku wiha dibêje “Em alîkariyê naxwazin, tenê bila êrîşên hewayî rawestin” hatiye parvekirin.

Assocîated Press bibîr xist ku bi dehan vîdeoyên  ku çeteyên îslama radikal yên bi pere yên Tirkiyeyê êşkence li sivîlan dikin hene  û ji komkujiyên sivîlan bi fikarin.