Şervanên QSD’ê gundê Ziba rizgar kirin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêgnava Bagera Cizîrê de gundê ziba ya ku 6 km ji sînorê Iraqê dûr e, ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêgnava Bagera Cizîrê de gundê ziba ya ku 6 km ji sînorê Iraqê dûr e, ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin.
Şervanên QSD’ê piştî ku di çarçoveya Pêgava Bagera Cizîrê de bajarokê Dişîşa ji çeteyan paqîjkirin û şûnde 2 km nêzî sînorên Iraqê bibûn.
Şervanan di saetên şevê piştî şerekî dijwar gundê Ziba ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Bi vê yekê re şervan 6 km ji sînorê Iraqê dûr in.
Şervanê QSD’ê Orkeş Çiya têkildarî pêngavê ev tişt got: “Di roja 14’an a pêngavê de bajarokê Dişîşa hate rizgarkirin. Niha jî gundê Ziba hate rizgarkirin. Niha jî ji bo welatî vegerin warê xwe herêmê ji mayîn û bermayên çeteyan paqij dikin.”
Çiya bibîr xist ku ji bo gel ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin, şer dikin û got: “6 km maye ku em bigihin sînorê Iraqê.”
Şervanên QSD’ê bi destpêkirina ji nû ve ya pêngavê ve li gel rizgarkirina bi dehan gun û gundikan, bajarokê Dişîşa jî di nav de qadeke bi 30 km rizgar kiriye.