Şervanê QSD'ê El Casim hate veşartin

Di merasîma cenaze de ya li Kantona Tebqayê, ji bo bîranîna şervanê QSD'ê Ehmed Hemed El Casim bi sedan kes li hev kom bûn.

MERASÎMA CENAZE

Şervanê QSD’ê Ehmed Hemed El Casim  7’ê Tîrmehê dema erka xwe bi cih dianî, li bajarê Mensûrayê yê kantona Tebqayê şehîd bûbû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Piştre şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê torana leşkerî li dar xist.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê Seqir Cirniyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed û şervanên QSD’ê re xwest û got: "Şehîd ew kesên ku tevahî xweşiya jiyanê hiştine û ji bo doz û azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin e. Şehîd pêşengehên me ne ku jiyaneke bi rûmet berdêlên giranbuha dane. Em soz didin em ê heta dawiyê şopdarên xeta şehîdan bin heya armancên wan bi cih bînin."

Hevserokê Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Tebqayê Ehmed El Xelef bal kişand ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê û wiha got: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa sererastkirinê ye. Ji sala 2012’an ve li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran şehîd hatine danîn. Rêxistin û hevgirtina gelên herêmê berhemên keda şehîdan in. Hêzên me ji bo avakirina civakek exlaq û Sûriyeke demokratîk a pirrengî ya nenavendî hîn berdêlên giran didin."

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşma "Şehîd Namirin" hat veşartin.