Şervanên li Dêra Zorê: Em ê biçin Efrînê

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ku Pêngava Bagera Cizîrê bi rê ve dibin gotin, "Em dixwazin demek ji ya din zûtir Dêra Zorê biqedînin û biçin Efrînê. Em hemû ji bo Efrînê amade ne."

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê anîn ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê bêhn anîne ber çeteyên DAÎŞ'ê, lê tevî vê yekê jî hindik mane tevahiya Dêra Zorê paqij bikin û wê biçin Efrînê.

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Mûhîp bi bîr xist ku demeke dirêj e ew li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer dikin û got, li Dêra Zorê êdî çete li ber têkçûnê û tinebûnê ne. Mûhîp wiha dewam kir: "DAÎŞ li vir têk çû, winda dike. Dewlet Tirk bi êrîşa dijî Efrînê re bêhnê tîne ber çeteyan." Mûhîp diyar kir ku di nava çeteyên êrîşî Efrînê dikin de çeteyên ji Dêra Zorê û herêmên din reviyane hene û got, "Em ê piştî Dêra Zorê biçin Efrînê."

'EM HEMÛ DIXWAZIN BIÇIN'

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Îmad jî destnîşan kir ku mîna Dêra Zor û Reqayê, Efrîn jî axa wan e û wê ti carî ji dest nede. Ebû Haya jî got, "Mîna Reqa û bi dehan herêmên li dora wê, em ê Dêra Zor jî rizgar bikin. Hemû hevalên me yên li vê derê dixwazin tavilê Dêra Zorê paqij bikin û biçin Efrînê. Em hemû ji bo Efrînê amade ne. Ji ber ku Efrîn jî mîna Dêra Zor axa me ye û em ê wê biparêzin."

Ebû Fadî da xuyakirin ku di navbera dewlet Tirk, DAÎŞ û çeteyên din de êdî ti cudahî nemaye û bi bîr xist ku weke şervanên QSD'ê ew ne tenê ji bo Reqa û Dêra Zorê şer dikin. Ebû Fadî diyar kir ku ew ji bo parastina axa Sûriyeyê li eniya berxwedanê ne û got, "Efrîn axa me ye. Em ê ti carî dest ji Efrînê bernedin. Tirkiye û çeteyên wê wê bi ser nekevin."