Şervanên Ermenî soza ‘têkoşîna li dijî qirkirinan’ da

Şervanên Tabûra Ermenan a Nûbar Ozanyan û malbatên wan kesên ku di Qirkirina Ermenan de hatibûn qetil kirin bibîranîn.

Tabûra Ermenan a Nûbar Ozanyan ku îro bi daxuyaniyekî nivîskî damezrandina xwe ragihand, şervan û malbatan bi boneya 104’emîn salvegera Qirkirina Ermenan merasîma bibîranê lidarxist.

Merasîm li Dêra Marziya ya li gundê Til Goran a Hesekê pêk hat û şervan û malbatên tabûra hêza leşkerî ya yekemîn a Ermenan, welatiyên Ereb û Kurd ên li herêmê beşdar bûn.

‘EM Ê GELÊ XWE BIPARÊZIN’

Ji fermandarên Tabûra Nûbar Ozanyan Masîs Mûtanyan di bîranînê de axivî û got; “Di encama vê qirkirinê de çand, ziman û olê Ermeniyan hate qetil kirin. Di dîrokê de ji bo gelê Ermen rojeke reş e. Di pêvajoya vê qirkirinê de gelê Ermenî hate sirgûnkirin. Armanca kujeran ew bû ku tu tiştekî girêdayî Ermenan di cîhanê de nehêlin.

Tevî hemû komkujiyên li ser me pêkhatin em dibêjin ‘Ermenî hene, em ê hebin û liberxwe bidin’. Îro weke leşker û gelê Ermenî em hene û amadene. Em jî weke hêza leşkerî ya Ermenan em ê gelê xwe azadî, çand û zimanê xwe biparêzin.”

Ji şervanên Tabûra Nûbar Ozanyan Artîn Agobiyan jî ev peyam da; “Bila hemû cîhan bizanin ku em ê dev ji ziman û eslê xwe bernedin û ji bo hemû tiştî em amaden e.”

‘GELÊ ERMEN JI KOKA XWE HATE DÛRXISTIN’

Mamosteyê tabûra Ermenî Cemîl Amed jî wiha got;

“Gelê Ermenî ji koka xwe, xaka xwe hate dûrxistin yanî ev komkujî ne tenê fîzîkî bû.

Ev qirkirin li dijî Eremniyan pêk hat û hate jiyîn lê heta roja me ya Îro komkujiyên dewleta Tirk didomin. Komkujiyên Kurd, jin û şoreşê pêk tên. Dixwazin Rojava jî tune bikin. Bi boneya 24’ê Nîsanê em dîsan dibêjin em hêza parastina Rojava ne, em hêza parastina gelên bindest in. Dewleta Tirk her çiqas dixwaze me tune bike, em ê xwedî li ziman, dîrok û çanda xwe derbikevin û li dijî komkujiyan bisekinîn.”

Mamosta Madlîn Gerbîdyan jî li ser bêrîkirina Ermenistanê helbestekî Ermenî xwend.

Piştre Rûhar Arbîdyan, Dr. Halît Şeyxe axivîn.

Di çalakiyê de Merşa Fedayî ya Tabûra Nûbar Ozanyan hate xwendin. Çalakî bi guhdarkirina stranan a li baxçeyê dêrê bidawî bû.”