Şervanên enternasyonal: Divê Rojava bi tenê neyê hiştin

Şervanên enternasyonal ên YPG û YPJ'ê diyar kir ku her kesên girîngiyê didin demokrasî, wekhevî û azadiya jinê divê xwedî li Rojava derkeve û gotin, "Bi ruhê enternasyonalîzmê em ê şoreşê biparêzin."

Şervanên enternasyonalîst ên YPG û YPJ'ê li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê rabûn.

Şervanên Enternasyonalîst ên YPG û YPJ'ê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku Tirkiye bi êrîşa li ser Kobanê êrîşî sembola herî xurt a şoreşê û berxwedêriya gel kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Êrîşa li ser Kobanê êrîşa li dijî ruh û dilê şoreşê ye" û wiha hate gotin, "Armanc ji van êrîşa ne tenê QSD ye, di heman demê de civak bi xwe ye. Êrîş li ser gel û tevgera wê ya xweseriya demokratîk e. Dixwaze civakên herêmî terorîze bike û ji bo li ser herêmê serwer be, polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Bi vê armancê êrîşî qadên sivîlan kirin, gundên sivîl, embareke genim û nexweşxaneyek bombe kirin."

'BERDÊL ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê ŞOREŞÊ BIPARÊZIN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bêyî destûra Rûsya û DYE'yê dewleta Tirk nikare êrîş bike û hate gotin, "DYE'yê careke din nîşan da ku tenê ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyeyê ye. Serok Biden her çend xwe nêzî biryara Trump a sala 2019'an a vekişîna hêzên leşkerî nekir jî bi erêkirina êrîşkariya Tirkiyeyê ya bi rengekî pasîf, wî jî berpirsyar dike. Encamên dagirkeriya Tirk wê bibe diyariyek ji bo DAÎŞ'ê."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rojava ji bo paşeroja mirovahiyê ya bi paradîgmaya azadiyê bi şerekî re rû bi rû ye û hate gotin, "Li dijî faşîzmê, eniyeke global temsîl dike. Bi navê enternasyonalîstan li qadê ji bo parastina vê xetê çi pêwîst be em ê bikin. Bi ruhê enternasyonalîzmê berdêl çi dibe bila bibe em ê şoreşê biparêzin."