Şervanekî YPG'ê di Çemê Firatê de şehîd bû
Şervanê YPG'ê Merwan Kobanê (Mihemed Ebûd) li herêma Reqayê dema di Çemê Firatê de avjenî dikir, jiyana xwe ji dest da.
Şervanê YPG'ê Merwan Kobanê (Mihemed Ebûd) li herêma Reqayê dema di Çemê Firatê de avjenî dikir, jiyana xwe ji dest da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hevalê me Merwan Kobanê ku 28'ê Tîrmehê ji Eyn Îsa ji bo betlaneyê çû Reqayê, roja 29'ê Tîrmehê dema di Çemê Firatê de avjenî dikir fetisî û şehîd bû."
Di daxuyaniya YPG'ê de hate gotin, "Di şexsê hevrêyê me Merwan de em hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û careke din soz didin ku em ê dilsozê bîranîna şehîdan bin û têkoşînê bi ser bixînin."