Şervanekî li Babê birîndar bû şehîd ket

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Babê ragihand, şervanê wan Suhêl Şêxo ku meha Sibatê ji ber êrîşa hêzên dagirker ên Tirk birîndar bû, şehîd ketiye.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Babê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Şervanê me Suhêl Şêxo (Azad) ku meha Sibatê ji ber êrîşa çeteyên 'Mertala Firatê' li gundê Qert Wêran ê li rojhilatê Babê birîndar bû, tevî hemû hewldanan şehîd bû."

Fermandariyê sersaxî ji malbata şervanê xwe re xwest û diyar kir, "Em careke din soz didin ku li ser şopa şehîdên azadiyê em ê tola wan hilînin."

Suhêl Şêxo bi nasnav Azad ji Dêra Hafîrê bû û sala 2017'an li Arîmayê tevlî bûbû. Hate ragihandin ku 25'ê Adarê şehîd bûye.