Şervanê YPG’ê Salih Oso hate oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Salih Oso ji aliyê sedan şêniyên Kobanê ve li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê hate oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Salih Oso ji aliyê sedan şêniyên Kobanê ve li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê hate oxirkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Salih Oso ji aliyê sedan şêniyên Kobanê ve li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajarê Kobanê hate oxirkirin. Nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û sedan şênî tevlî merasîma oxirkirinê bûn. Salih Oso di 7`ê Adarê de li navçeya Sirînê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bû.
Di merasîmê de nasnemaya şehîd Seyid Îbrahîm (Lewend Salokî) ku di 20`ê Adara 2014`an de di êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser bajarê Kobanê şehîd bûbû de, ji aliyê meclîsa malbatên şehîdan ve hate ragihandin.
Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de Hevserokê Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya herêma Firatê Nebo Temê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Cara yekemîn di dîrokê de Kurdan li cîhanê bi têkoşîn û berxwedana şehîdan deng vedaye."
Temê diyar kir ku divê asta têkoşîn were bilindkirin, zêdetir pêşketin di hemû aliyan de çi leşkerî û siyasî be were bidestxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em derfetê nedin dijminan ku bi rêya şerê taybet gelê me têk bibin. Divê civak li hember planên dijminê ku dixwazin civaka me parçe bikin, xwedî zanebûn û hişyar be."
Piştî axaftinan belgeyên şahadetê hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Cenazeyê şervanê YPG‘ê Salih Oso bi dirûşmeyan li Goristana Şehîd Dicle hate oxirkirin.