Şervanê QSD'ê şehîd bû
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Hisên Ebdî Elewad ê ji ber bombardûmana dewleta Tirk a li bejahiya Tirwaziyê birîndar bû, şehîd bû.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Hisên Ebdî Elewad ê ji ber bombardûmana dewleta Tirk a li bejahiya Tirwaziyê birîndar bû, şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe ku li gundewarên kantona Firatê şehîd bûbû, aşkera kir.
Di daxuyaniyê hate gotin ku şevanê QSD`ê Hisên Ebid El Ewad (Umer) di encama bombebaran artêşa Tirk a dagirker a li gundê Tirwaziyê yê bajarokê Silûk ê kantona Firatê de şehîd bûye.
QSD`ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.
NASNAMEYA ŞEHÎD
Nasnav: Umer
Nav û paşnav: Hisên Ebdi Elewad
Navê dayikê: Inûd
Navê bav: Ebid
Cihê jidayibûnê: Heseke
Cih û dîroka şehadetê: Tirwaziye – gundê Êwa, 16 Adar 2025