Şervanê QSD'ê Mîlad Mihemed Daûd hate veşartin
Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir cenazeyê şervanê QSD`ê Mîlad Mihemed Daûd (Rêdûr) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû li Goristana Şehîdên Til Temir, oxir kir.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir cenazeyê şervanê QSD`ê Mîlad Mihemed Daûd (Rêdûr) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû li Goristana Şehîdên Til Temir, oxir kir.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD'ê Mîlad Mihemed Daûd (Rêdûr) li Goristana Şehîdan a Til Temirê oxir kir.
Rêdûr di 21`ê Cotmehê de di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundewarên navaçeya Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê, şehîd bû.
Şêniyan cenazeyê şehîd wergirt û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîdan a Til Timirê.
Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Her wiha destnîşan kir ku her tim şervanan şerê terorê dikirin û parastina xaka welatê xwe dikirin ji ber dijmin dixwaze hebûna gelên herêmê tine bike.
Paşê wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiyê de cenazeyê şehîd Rêdûr di nava tilîlî û dirûşmeyan de hat oxirkirin.