Şervanan gundê El-Reşîd rizgar kirin

Di encama şerê dijwar ên di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de, gundê El-Reşîd hat rizgarkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, piştî şerê dijwar ê di sibeha roja Duşemê de li gundê El Reşîd dijwarbûn û şûnde, şervanên QSD’ê gund xiste di bin kontrola xwe de.

Her wiha gelek çete hatin kuştin, termê 5 çeteyan ketin destê şervanan û li gund xebatên lêgerîn û paqijkirina mayînan destpê kir. Operasyona rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe didome.

Pêngava Xezeba Firatê ji meha Mijdarê ve dewam dike. Di çarçoveya vê pêngavê de bajrê Tebqa û Bendava Firatê, piştî operasyona 50’î rojî û şûnde di 10’ê Gulanê de hate rizgarkirin. Bi girtina vê herêmê re ji aliyê Hêzên QSD’ê ve ya ji aliyê başûr ve dorpêça li ser Reqayê hê tengtir kir û bi hêz kiriye.

Di rewşa heyî de Pêngava 4. a Xezeba Firatê didome. Fermandariya Odeya Çalakiyan a Pêngava Xezeba Firatê di 10’ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku piştî navbera 15 rojan û şûnde, Pêngava 4. a Xezeba Firatê ji nû ve dane despêkirin.Fermandariya Odeya Çalakiyan wiha gotibû: “Her ku hêzên me çeperên dijmin dorpêç dike û wê ji derdorî bajêr ve wê nêzî navenda bajêr bibin.

Îro ji saetên sibehê ve li gundê El-Reşîd ê dikeve bakurê rojavayê Reqayê, di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerê giran qewimîn. Di encama şerê giran de gund ji çeteyan hat paqijkirin.