Şervanê QSD'ê yê Ermenî, li Reqayê li ser şopa dîroka xwe ye
Denyar Amed, ji malbateke Ermenî ya ji Amedê ye, ku di dema Qirkirina Ermeniyan de malbata wî bi zorê ji Amedê koçberî Sûriyeyê hate kirin. Amed niha li Reqayê li ser şopa dîroka xwe ye.
Denyar Amed, ji malbateke Ermenî ya ji Amedê ye, ku di dema Qirkirina Ermeniyan de malbata wî bi zorê ji Amedê koçberî Sûriyeyê hate kirin. Amed niha li Reqayê li ser şopa dîroka xwe ye.
"Cenga Mezin" ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rizgarkirina Reqayê roja 6'ê Hezîranê da destpêkirin, di roja 99'an de ye. Şervanên QSD'ê çeteyên DAIŞ'ê li navenda bajêr asê kirin. Şer li bajêr giran e. Piştî ku taxa El Sûkne ya li navenda bajêr hate rizgarkirin, hejmara taxên hatin rizgarkirin gihîşt 16'an. Di şer de gelek cihên stratejîk hatine kontrolkirin. Yek ji şervanên di operasyonan de li refên herî pêş e, Denyar Amed ê Ermenî ye ku li nifûsa Kantona Hesekê qeydkirî ye. Amed zarokêmalbateke Ermenî ye, ku malbata wî di dema Qanûna Tehcîrê (Sewq û Îskanê) ya sala 1915'an de bi zorê ji Amedê hate koçberkirin.
BERÊ WAN DAN SÛRIYEYÊ
Amed ku bi eslê xwe ji Amedê ye, çend sal berê pê hesiya ku Ermenî ye. Şervanê Ermenî, ji ber vê yekê paşnavê Amed li xwe kiriye. Bi Şoreşa Rojava re li ser şopa nasnameya xwe ye. Amed ku hê lêkolîn dike bê ji ku dera Amedê ye, zaroka malbateke Ermenî ye ku di dema Qirkirina Ermeniyan de ber bi Sûriyeyê ve hate sirgûnkirin.
LI XWE DIGERE
Amed destnîşan dike ku ew li nasnameya xwe digere û dibêje, "Heta ku zelal bikim, ez ê vê lêgerîna xwe bidomînim. Ez dixwazim hîn bibim, bê çi bi serê malbata min ve hatiye, di rewşeke çawa re derbas bûye. Ev yek ji bo min rewşeke taybet e. Ez ê hîn bibim bê kî me, ji ku me, li ku dijîm û çawa dijîm."
Amed anî ziman, ku ew bi dilxwazî hatiye Reqayê û diyar kir, di encama şerekî dijwar de wan hemû nirxên dîrokî yên li Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.
BERPIRSYARIYA DIROKÎ
Amed diyar kir, dema ku DAIŞ kete nava Hesekê êrîşî her kesî kir û got, "Suryanî, Keldanî, Ermenî û Asûriyên li vê derê neçar man birevin. YPG hat alîkarî da me. Em bi rêya wan bûn xwedî hêz. Me dest bi parastina xwe kirin. Heta ku DAIŞ'ê biqedînin em ê şer bikin. Ev yek ji bo me berpirsyariyeke dîrokî ye."
ZILM Û KOMKUJIYA JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE HATE KIRIN
Amed diyar kir, komkujiyên ku DAIŞ'ê li Sûriyeyê kir, wan berê jî dîtibûn û got, "Me ev zilm û komkujî berê ji Tirkiyeyê dîtin. Lewma em bi kiryarên DAIŞ'ê dizanin. DAIŞ her tiştî tine dike. hewl dan me Ermeniyan jî tine bikin. Beriya niha kes li ber vê zilmê ranebû. Niha ji bo parastina gelê xwe em hatine Reqayê. Em hemû cihêrengiyên li Sûriyeyê dibin yek û li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Di nava me de her kes heye."