Di dema dawî de êrîş û topbarana dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bûye. Her wiha koma çete ya Heyat Tehrîr El Şam Efrîn a dagirkirî jinûve dagir kir û ev yek jî metirsiyeke din a êrîşên dagirkeriyê li ser herêmên din xiste rojevê.
Têkildarî êrîşên dagirkeriyê û encamên ku bi xwe re bîne Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê Evîn Swêd ji ANF'ê re axivî.
Swêd diyar kir ku di nava Kantona Efrînê de sîstemeke demokratîk a bi pêşengtiya jinê hatibû avakirin hebû û bi sed hezaran mirovên ji ber şer reviya bûn berê xwe dabûn Efrînê.
'58 ROJAN LI BER XWE DAN'
Evîn Swêda bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û kiryarên der mirovî û got: "Sala 2018’an bi tifaqeke navneteweyî 20’ê mehê dest bi êrîşekê kirin. Şêniyên herêmê heta dawî li rêveberiya xwe û mal û xaka xwe û rûmeta xwe derketin. Ne tenê xelkê Efrînê bi hezaran mirovên berê xwe dabûn Efrînê, ji her çar aliyên Kurdistanê hem jî ji Mexmûrê ji bo xwedî lê derkevin. Berxwedaneke 58 rojan ku hemû cîhan matmayî hişt, pêk hat. Ciheke ku her kes ji ber şer jê bireve, li Efrînê ev yek nebû, her kesê berê xwe da qada şer. Bêdengî û hevkarî, dorpêç û êrîşên balafiran kir ku gel koçber bibin."
'KUŞTIN, DIZÎ, TALAN, DESTDIRÊJÎ-DESTAVÊTIN, DAGIRKERÎ…'
Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê Evîn Swêd diyar kir, ku niha çete û malbatên çete yên hevkarên Tirkiyeyê li wir hatin bicihkirin û ev anî ziman: "Ji darên zeytûnê bigire heta cihên pîroz ên Êzidî, Xiristiyan û xelkê deverê, hatin dizîn û talankirin. Ji destdirêjiya li ser jin û zarokan bigire, heta talan û diziyê bi her rengî li ser xelkê Efrînê tê kirin û hê jî didome. Ev yek li ber çavê dinê tê kirin, hesab jê nayê xwestin. Bi belgeyan hatin piştrastkirin ku mal û milkên xelkê Efrînê bi şîrketên cuda yên mîna Kuwêt û gelek welatên din ên Erebî tê firotin. Hemwextî dizî û talanê li ser erdê Efrînê ji bo çete û malbatên wan avahî tên lêkirin. Herî zêde êrîş û zext li ser jinê pêk hatine, bi dehan jin li nava zindanan hatine êşkencekirin û hê jî gelek jin çarenûsa wan diyar nîne. Bi hezaran çete li Efrînê bicih bûne, kuştin û gefên wan talan û diziya wan heta roja îro jî didome.”
'HÊVIYA VEGERÊ'
Swêd da xuyakirin ku gotin û daxwaz Efrîniyan ew e ku çi dibe bila bibe, çiqasî zext û gef hebe hemû israra wan vegera ser erd û warên xwe ye.
'ÇETE JI BO DIZÎ TALANÊ ŞERÊ HEV DIKIN'
Evîn Swêd qala êrîşa dagirkeriya Heyat Tehrîr El Şam jî kir û ev nirxandin kir: “Di nava Efrînê de ji xwe bi dehan komên cuda yên çete hatine bicihkirin û hene. Ji roja Efrîn dagirkirî heta îro çete şerê hev dikin. Şerê dikin tenê ji bo talan û diziyê ye. Bi hişmendiya xenîmetê şer tê kirin. Rast e, Heyat Tehrîr El Şam berê xwe daye Efrînê. Ji bo xelkê herêm ferqa wan nîne û hemû hêzên heyî dagirker tên dîtin. Ew binpêkirinên tên kirin ji roja yekê heta roja îro, tên belgekirin.
Heyat Tehrîr El Şam a Efrînê di çarçoveya pilaneke Tirkiyeyê de ketine tevgerê. Di nava dema borî de hinek komên çete li dijî biryarên dewleta Tirk derketin, nerazîbûn. Gelek caran xwepêşandan kirin. Dibe ku bi vî rengî Heyat Tehrîr El Şam bi vê yekê hemû çeteyan kontrol bike, heta astekê jî bixe rêya ku heta dawî xizmeta dewleta Tirk bike. Ev yek dibe ji nû ve xwe komkirin, bihêzkirin û sazîkirina ji bo êrîşeke muhtemel be li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ev metirsiyeke mezine ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”
'HEVDÎTIN WÊ NE XIZMETA GELÊ HERÊMÊ BE'
Swêd li ser hevdîtinên Tirkiye ya li gel Şamê jî axivî û got: "Ji xwe hevdîtin di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de hebûn. Taybet aliyên îstixbaratî hevdîtin hebûn. Tirkiye ji bo Kurdan û Sûriye giştî, ji bo vê şoreşê ji rêya wê derxîne, ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne, tiştek nema nekir. Berê bi milyona mirov bi zanabûn dan Tiriye, li ser wan bazirganiyê dike. Hevdîtinên Tirkiye wê ti demê xizmeta gelê û pêhateyên Sûriye ji roja ewil heta niha di nava her têkoşîn û lêgerînê ji bo Sûriyeke wekhev de bijîn, nake. Îro hemû kar û xebatên Tirkiye ev e ku van pûç bike. Li aliyê din qirkirinên xwe yên dayî destpêkirin temam bike."
'SÛRIYEKE DEMOKRATÎK XWESTEKA PÊKHATEYÊN SÛRIYEYÊ YE'
Li ser hevdîtinên Rêveberiya Xweser a li gel hikûmeta Şamê jî Siwêda ev yek anî ziman: "Hevdîtinên bi hikûmeta Şamê re her ji destpêkê ve qût nebûye, ji ber Rêveberiya Xweser diyar kirye beşek ji Sûriye ye. Xebata wê ji bo tevahî Sûriyeyê ye. Bi rengeke xwebirêvebirinê heye, dikare bibe mînak ji bo tevahiya Sûriye. Jiyaneke hevpar bi hemû pêkhate û bawerî bi hev re heye. Dibe ku hevdîtin bi qasî tê xwestin ne bi encam be, ew jî girêdayî hinek aliyên navneteweyî yên ku bi israr bi Rêveberiya Xweser vê bi ser bixin. Heger îro be yan sibe be, ev hevdîtin wê encam bibe. Bi rengeke Sûriyeyek demokratîk derkeve. Ev xwesteka tevahî ya Sûriyeyê ye. Sûriyeyek bi hemû pêkhate xwe têde bibîne, mafê her kesê bê parastin."
'DESTKETIYÊN XWE BIPARÊZIN, NEBIN QURBANÊ VÎ ŞERÎ'
Herî dawî Swêd bal kişand ser şerê rû bide û got: "Her kes hesabê şer dike. Dibe gelek dewlet bikevin nava şer. Amadekariyê xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriye heye ji bo şereke giran heye. Dijmineke ku bi israr dixwaze qir bike. Ev şer dibe li hemû herêmê belav bibe, ji bo em nebin qûrbanê vî şerî, mîna Ermen û Sûriyana qir nebin. Ne bin qûrbanê sedsalê divê em destketiyan biparêzin, mezintir û mayînde bikin. Bi yekîtî û hevgirtinê em dikarin ser bikevin."