Şerê li Idlibê: Hêzên rejîmê dor li Maret El Nûman girtin

Hêzên rêjîma Sûrî bi piştgiriya Rûsyayê li herêma Idlibê bi awayekî lezgîn pêşde diçin û dor li bajarokê Maret El Nûman girtin. Tê gotin ku di 2 rojên dawî de 90 çete û 57 leşkerên rejîmê hatine kuştin.

Li derdora Idlibê rojên dawî di navbera komên çete ên girêdayî dewleta Tirk û hêzên rêjîma Sûrî de şer dijwar bû.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a Sûrî ragihand şerê herî giran li herêma Maret El Nûman rû dide.

Li gorî îdîayên rêxistin, artêşa rêjîmê tenê bi çend sed metereyan dûrî Merat El-Nûman e..

Rêya navneteweyî M5 a Heleb-Şam û rêyên diçin bajarok jî bi temamî li ser çeteyan hatin qutkirin.

Di şer de ji herdu aliyan gelek kes hatin kuştin.

Rêxistina şopandina mafê mirovan diyar kir ku di 48 saetên dawî de hejmara kuştiyên çeteyên komên girêdayî dewleta Tirk gihîşt 90 kesî.

Ji artêşa rejîma Sûrî jî 67 leşker hatin kuştin.

Balafirên Rûsyayê û helîkopterên rêjîmê bêtirî 200 caran herêm bombardikan kirin.

Di vê navberê de tê diyarkirin eger hêzên rêjîma Sûrî bajarokê Maret El Nûman kontrol bikin, wê rêya derbasbûna navenda Idlibê jî ji wan re hêsantir bibe.

Lewma ev herêm yek ji deverên herî girîng e.

Bajarê Merat El-Nûman li başûrê bajarê Idlibê ye. 84 km ji bajarê Helebê û 60 km jî dûrî bajarê Hemayê ye.

Demek dirêj weke navend û baregehên komên çete hat binavkirin. Rêya M5 a Heleb û Şamê di ber Maret El Nûman re derbas dibe. Rêya navneteweyî ya ku Rejîm û Rûsya hewl didin carek din kontrol bikin, xwedî girîngiyek stratejîk e. Ji ber ku ev rê bakurê Sûrî bi başûrê wê ve girê dide.

Komên çete heta niha derdora 100 km rê kontrol dikirin. Yanî ji rojavayê Helebê heta başûrê Idlibê, rê di bin kontrola komên çete de bû.