Şer li Hecînê giran e

Çeteyên DAÎŞ'ê ên li Hecînê êrîş birin ser çeperên şervanên QSD'ê. Şervanan bersiva êrîşan dan.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatin girtin, çeteyên DAÎŞ'ê rewşa nebaş a hewayê û bahoza tozê ji xwe re weke firsendê dibînin û êrîşî çeperên şervanên QSD'ê yên li aliyê Hecînê dikin. Piştî ku şervanan bersiva êrîşê dan, şerekî dijwar rû da.

ÊRÎŞ TÊN ŞIKANDIN

Çeteyên DAÎŞ'ê doh jî bi gelek wesayitên leşkerî û hêzeke mezin êrîş biribûn ser çeperên şervanên QSD'ê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ev êrîş şikandibûn. Di şer de gelek çete hatibûn kuştin û gelek wesayit û tankên çeteyan hatibûn rûxandin.