Şer, heyecan û serketina pêşîn

Şervana YPJ’ê ya bi navê Dîlar Tekman dibêje ku “Min dît ku îrade û hêza min di şer de derdikeve holê” û diyar dike ku ew ê serketina Dêrazorê wekî ya Reqayê diyarî hemû jinên cîhanê bikin.

Şervanên YPJ’ê yên ku bûne kabûsên çeteyên DAIŞ’ê li eniyên pêş şer dikin. Şervanên jin ên YPJ’ê ji bo azadiyê têdikoşin û bi taybetî di warê komên êrîşê, operasyonên rizgarkirina sivîlan û parastina qadê de roleke mezin dilîzin.

Dilara YPJ’ê ya ku endama herî ciwan a tabûrê ye qala şer, heyecana xwe ya pêşîn û eşqa xwe ya ji bo şoreşê kir.

Dilar Tekman di sala 2015’an de ji Serhedê beşdarî YPJ’ê bûye û di nava 3 salan de gelek peywir bi cih aniye.

Dilar bi awayî qala serboriya xwe dike, “Min ji hevalên ku li Kobanê li ber xwe didan feyz girt. Li wê derê qetlîameke mezin hate jiyîn. Çeteyên DAIŞ’ê tecawizî gelek jinan kir. Min nekarî ez van êrîşan qebûl bikim û min xwest tola şehîdan hildim. Di malbatê de min pêşengiya vî tiştî kir.”

EM BI YPJ’Ê DIJMINAN TÊK DIBIN

Dilar Tekman bal kişand ser bicihbûna jinê ya di şer de û got, “Gelekî girîng e ku jinek xwe wekî xwediya îradeyê bibîne. YPJ rê li ber vî tiştî vekir ku ez vê îradeyê li ba xwe bibînim.”

Pêngava Dêrazorê yekemîn pêngava Dilar Tekmanê ye û bi vî awayî qala şerê xwe yê pêşîn dike “Ez her dem difikirîm, heke ez dijmin bibînim ez ê çi hîs bikim. Heke ez wan nekujim, ew ê min bikujin. Min cara pêşîn çete di dema êrîşeke danê sibê de dît. Ev êrîşeke mezin bû. Ez û rêhevalên xwe, me berê xwe dan kozikan. Dema gulleya pêşîn bera me dan, ez li cihê xwe şeqizîm. Dûre min dît ku dijmin ber bi hevalan ve diçe. Dema çete nêz bûn, hevalan li wan dan. Di wê kêlîkê de ez çûm ser doçkayê û bi îradeyeke mezin min şer kir. Me li wê derê dijmin têk bir. Cenazeyên wan hê jî li wê derê ye. Di wê êrîşê de me derseke mezin da wan. Hesteke xweş bû ku, ez bûm şirîka vê serketinê. Ev şer û heyecana min a pêşîn bû.”

Dilar Tekman dibêje ku, “Bila hemû jinên cîhanê me temaşe bikin” û diyar dike ku hemû jinên li vê derê ji bo azadiyê şer dikin.

Dilar Tekman têkildarî jiyana xwe ya li wê derê jî dibêje ku, “Li vê derê, em bi hev re dijîn. Gelek caran em henekan bi hev dikin û hev rexne jî dikin. Lê têkiliyên ku em dilê hev bihêlin tune. Di eniyan de em bêtir hev nas dikin û girêdana me ya hezê zêdetir dibe. Em tecrubeyên xwe bi hev re par ve dikin. Parvekirinên me yên li vê derê gelekî girîng e.”

Têkildarî jiyana xwe ya şer jî Tekman dibêje ku, “Ev der çoleke vikî vala ye. Em kozikan çêdikin û wisa bi pêş ve diçin. Bi şev sar e û bi roj jî gelekî germ e. Em her dem li kozikan in. Dijwarî jî hene lê bi hevgirtinê em van dijwariyan derbas dikin.”

Dilar Tekman a YPJ’ê dibêje ku, “Em bi serketinê rêya xwe didomînin. Wê dijmin têk biçe. Wekî ya Reqayê li Dêrazorê jî em ê serfiraziya destanî diyarî hemû jinên cîhanê bikin.”