Şêniyên Til Temirê li dijî komployê meşiya

Şêniyên Til Temirê li dijî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Bi boneya protestokirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên Til Temirê ya Hesekê xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de, li gel şêniyan, nûnerên ji partiyên siyasî, endamên civaka sivîl, saziyên Rêveberiya Xweser, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd beşdar bûn. Di xwepêşandanê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Xwepêşandan li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê dest pê kir û li tevahî kolanên navçeyê geriya. Xwepêşandan li çerxerêya navçeyê vegeriya mîtîngê. Li vir, endamê Meclîsa Navçeya Til Temirê Mihemed Seîd Ehmed li ser Komploya Navneteweyî ya ku di 1998’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye axivî û wiha got: "Komplo li dijî hemû gelên ku hesreta azadiyê ne, hate kirin. Rêber Apo xwedî fikreke demokratîk û azad e. Di sala 1998’an de Komploya Navneteweyî dest pê kir û di encamê de Rêber Apo dîl hate girtin.”

Mihemed Seîd Ehmed da zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi saya dilsoziya xwe ya bi fikrên Rêber Apo re destkeftiyên mezin bi dest xistine û diyar kir ku di demeke ku di navbera hêzên etnîkî û kapîtalîst de şer diqewime de gel bûne yek.“

Xwepêşandan bi dirûşmên şermezarkirina komployê û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.