Şêniyên Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên Reqayê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bi meşekê protesto kirin.

Meş bi tevlîbûna xelkê herêmê û endamên saziyên civaka sivîl li navçeya Kesradanê pêk hat. Meşê li navbera rêya Kesradan û Tebqayê destpê kir.

Bi navê Meclîsa Gel a Kesradanê Ehmed Hemûd axivî. Hemûd di serî de êrîş şermezar kir û bal kişand ser  bêdengiya hêzên garantor ên li herêmê. Her wiha qala rola van hêzan a li êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir.

Hemûd anî ziman ku êrîşên Tirkiye ji ber zeîfiya wê ye û bi van êrîşan dixwazin vê yekê binixumînin.

Piştî axaftinan meş bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.


          [album=18031]