Şêniyên Qamişloyê li dijî êrîşan daketin qadan

Şêniyên Qamişloyê bi meşeke ku bi hezaran kes tevlî bûn, li be êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn.

Şêniyên Qamişloyê ku endamên endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û yekîtiyên wê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Yekîtiya Jin ên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, endamên saziyên çandê, siyasî û ewlehiyê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kirin.

Meş ji Çerxerêya Sonî ya li aliyê rojhilatê Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de alên TEV-DEM, PYD, Meclîsa Malbatên Şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re dijminatiya li gelan e", "Bi vîna gelan û gerîla em ê li hember çekên kîmyewî li ber xwe bidin, dagirkerî û xiyanetê têk bibin" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin hildan. Her wiha dirûşmên "Gerîla vîna me ye", "Bijî berxwedana Rêber Ocalan", "Na ji bêdengiya navneteweyê re", "Gerîla nûnertiya me dike" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin berzkirin.

Di dawiya meşê de li ber navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyaniyek hate dayin. Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mahsûm Hesen axivî û got, "Êrîşên şeva din ên li ser Kobanê, li Dêrikê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê ne nû, lê dewamiya zihniyeta Osmanî ya 500 salî ye ku bajar, tax, welatî û zarokan dike hedef."

Hesen bal kişand ser berxwedana gel û wiha domand: "Berxwedana gelên Kurdistanê, berxwedana Rêber Ocalan a li Îmraliyê û berxwedana lehengane ya gerîlayên li Avaşîn, Metîna û Zapê  ji hemûyan re îsbat dike ku Erdogan û rejîma wî li ber hilweşînê ne û ji bo ku vê hilweşînê binixumîne van êrîşan pêk tîne."

Hesen bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, ku dakevin qadan, serî hildin û li ber êrîşan rabin.

Hesen diyar kir ku hêzên hegemon û desthilat Rûsya û Amerîka û hêzên cîhanê bi rê ve dibin, li gorî biryar û perspektîfên wan û heta dayîna çekan ji bo dewleta Tirk dihêle ew şerê qirkirinê li dijî gelê herêmê pêk bîne.

Mahsûm Hesen wiha dawî li gotina xwe anî: "Çawa me bi vîn û israra xwe ya li ser fikrê Rêber Ocalan û bi hezaran ji şehîdan xaka xwe parastin û projeya xwe ya demokratîk xiste pratîkê, wê cîhan giştî nikaribe me ji armanc, hêvî û rêya me ya ber bi azadiyê ve dûr bixe."