BI DÎMEN

Şeniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Silêman Yûsif El Ebdullah

Şêniyên Qamişloyê sersaxî dan malbata şehîd Silêman El Ebdullah û diyar kirin ku ew ê şopdarê riya şehîdên xwe bin.

ŞEHÎD SILÊMAN YÛSIF EL EBDULLAH

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata Şehîd Silêman Yûsif El Ebdullah re xwestin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê asayîşê Silêman Yûsif El Ebdullah 13‘ê Hezîranê dema ku xwest şerê di navbera du malbatan de bide sekinandin, şehîd bû.

Şêniyên Qamişloyê, hevalên şehîd, endamên Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongra Îslama Demokratîk, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Leşkerî û Saziyên Civaka Sivîl di konê sersaxiyê de amade bûn. Ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Fatma El Casim da zanîn ku şehîd stûna civakê ne û wiha pêde çû: “Ez di şexsê Şehîd Silêman de hemû şehîdên azadiyê bibîr tînim û bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînim. Rêber Ocalan dibêje şehîd nirxê me yê herî bilind û buha ne. Jiyana herî rast û bi rûmet rêya şehîdan e.”

Hevseroka Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê Hemrîn Elî sersaxî ji malbata Şehîd Silêman Yûsif El Ebdullah re xwest û wiha got: “Li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê em hemû şehîdan bi bîr tînin. Şehîd Silêman endamek ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Şehîd Silêman bi zîrekbûna xwe mînak bû û wek rêveberiyekî çalak û bibandor bû. Em soz didin ku li ser xeta şehîdan û felsefeya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk bimeşin û nehêlin dijmin bandor li me bike.”

Merasîma sersaxiyê bi soza şopandina xeta şehîdan û tilîliyên dayikan bi dawî bû.