Şêniyên navçeya Şêrawa li ser riya Gundê Soxanekê dîwar çêkirin
Şêniyên navçeya Şêrawa ji bo parastina navçeya xwe ji topbarana dewleta Tirk, li ser riya Soxanekê dîwar avakirin.
Şêniyên navçeya Şêrawa ji bo parastina navçeya xwe ji topbarana dewleta Tirk, li ser riya Soxanekê dîwar avakirin.
Şêniyên Efrîna ku ji Adara sala 2018’an de koçberî herêma Şehba û navçeya Şêrawa bûne, ev 4 salin ji dema koçberiya û heya niha rojane rastê topbaranên dewleta Tirk ên li ser herêma Şehba û navçeya Şêrawa dibin. Ji ber wan topbaranan gelek caran jî sivîl şehîd û birîndar bûne.
Li Navçeya Şêrawa ku koçberên Efrînê û şêniyên Şêrawa bi xwe tê de dijîn û li berxwe didin ji bo ku navçeya xwe û ax û zarokên xwe biparêzin li ser riya gundê Soxanekê û gundê Kîmarê dîwar avakirin. Dîwar nêzî 500 metre ji navenda çeteyên dewleta Tirk dûre.
İzdîhar Îbîş yek ji kesên ku tevlî vê karî bûye ji ANF’ê re nêrîna xwe li ser topbarana dewleta Tirk û avakirina dîwar parvekir. Izdîhar di axaftina xwe de diyarkir ku ev dîwar li navçeya Şêrawa ji aliyê gel ve tê çêkirin da ku li hemberî topbarana dewleta Tirk parastina xwe bikin. Her wiha destnîşan kir ku bi xwe weke jin tu carî gav paşde navêje, ji ber ku gel hemû yek e û kes nikare wan ji hev qut bike.
Welatiyeke din ê navçeya Şêrawa yê bi navê Cemal yusuf jî anî ziman ku ji ber ku çeteyên dewleta Tirk li hemberî riyê ne û dema xelkê gund di rê re derbas dibin çete wan hedef digirin, lewma ev dîwar tê girtin. Her wiha ev kar wê 3 rojan berdewam bike ji bo gel bi rihetî li ser vê riyê re derbas bibin.