Şêniyên Kobanê salvegera azadiyê pîroz dikin

Şêniyên Kobanê salvegera azadiya bajarê xwe û avabûna Rêveberiya Xweser pîroz dikin.

Bi wesîleya salvegera 5'an a rizgariya Kobanê ji çeteyên DAÎŞ'ê û salvegera 6'an a avabûna Rêveberiya Xweser a Kobanê li bajarê Kobanê pîrozbahiyê dest pê kir.

Şêniyên Kobanê, li qada Şehîd Egîd a Kobanê li hev kom bûn ku li vê qadê di navbera şervanên YPG-YPJ'ê û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar qewimî bû.

Tevî şêniyên Kurd û Ereb nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên ji Minbic û Girê Spî jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Hevserokê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etî jî beşdarî pîrozbahiyê bû.

Tevî komên çand û hunerê wê rêveberên herêmê jî derkevin ser dikê û peyamên xwe bidin.