BI DÎMEN

Şêniyên Kantona Cizîrê li dijî komkujiya Parîsê meşiyan

Şêniyên Kantona Cizîrê daketin qadan û komkujiya Parîsê bi tundî şermezar kirin.

Li dijî komkujiya ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê pêk hatî, Kongra Star meşek li ser asta kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo lidar xist.

Bi sedan şêniyên Kantona Cizîrê daketin qadan û bi dirûşma "Na ji tundiyê re” meşiyan.

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Jinên Ciwan, gelê Amûdê û Qamişlo, Terbespiyê, Til Hemîs, Dirbêsiyê û Girkê Legê tevlî meşê bûn.

Di meşê de dirûşmeyên “Na ji dagirkeriyê re” û “Na ji îxanetê re“ hatin berzkirin. Her wiha di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên di komkujiyên li Parîsê û pankartên “Bi ruhê şehîdên Parîsê em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” hatibûn hildan.

Meş ji çerxereya Osman Sebrî ya li bajarê Qamişlo heya navenda Mihamed Şêxo ya çand û hunerê dewam kir. Meş li vir veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê Berdevka Kongra Star a bajarê Qamişlo Şaha Xelîl axivî û wiha got: "Heval Sakîne yek ji damezrînerên PKK’ê bû. Heval Sakîne û hevrêyên wê berxwedaniyek mezin ji bo gel kirin. Ev komkujî ne tenê li Parîsê çêdibin, bi sedan komkujî li Tirkiyeyê li ser jinan tên kirin. Dixwazin îradeya jin binpê bikin lê bila dijminê me baş bizane ku em ê li ser xeta şehîdên xwe bin û tu carî berxwedana me ranaweste.”

Piştre li ser navê Kongra Star Cewahir Osman axaftinek kir û got: “Em hemû şehîdên xwe yên têkoşer bi bîr tînin û em bejna xwe li ber wan ditewînin. Em bi navê jinên têkoşer van komkujiyên li Parîsê bi tundî şermezar dikin û banga me ji hemû rêxistinên navneteweyî re ew e ku bi erka xwe ya parastinê rabin. Dîsa jî em teqez dikin ku em ê xwedî li xwîna şehîdên xwe derkevin û Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.” 

Meş bi tilîliyên dayikan û dirûşmeya “Bimre Îxanet” bi dawî bû.