Şêniyên Hesekê li malên xwe vedigerin

Şêniyên taxên Xiwêranê û Zihûrê, ku ji ber êrişên DAÎŞ'ê yên 20'ê Çileyê neçar man malên xwe biterikînin, vedigerin malên xwe.

Piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê 20'ê Çileyê êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kirin, li taxên Xiwêran û Zihûrê bi hezaran kes neçar mabûn ku malên xwe biterikînin.

Rêveberiya Xweser bersiv da pêwîstiyên şêniyên taxan û piştî ku hêzên ewlekariyê herêm ji DAÎŞ'ê paqij kirin, şêniyên taxan jî dest bi vegerê kirin.

Li herdu taxan bendên kontrolê ji bo ewlekariyê hatin danîn.

Şêniyên herdu taxan ên ji van bendan derbas dibin, hewl didin li jiyana xwe ya asayî vegerin.

Li taxan tedbîrên xurt ên ewlekariyê hatin wergirtin.