Şêniyên Hesekê ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê daketin qadan
Bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê şêniyên Kantona Hesekê daketin qadan û gotin; “Kobanê mirovatî parast, divê mirovatî jî Kobanê biparêze.”
Bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê şêniyên Kantona Hesekê daketin qadan û gotin; “Kobanê mirovatî parast, divê mirovatî jî Kobanê biparêze.”
Li Kantona Hesekê û navçeyên wê bi hezaran kes ji bo 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Kobanê daketin qadan û pîrozbahî lidarxistin.
DIRBÊSIYÊ
Bi dirûşma "Kobanê mirovahiyê parast divê mirovahî Kobanê biparêze", bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, gund û bajarokên girêdayî wê meşiyan.
Meş ji çerxerêya Jin dest pê kir. Di meşê de şêniyan bang li civata navneteweyî kir ku piştgiriya YPG û YPJ`ê bikin ku şerê DAIŞ`ê kirin. Her wiha êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Şêniyan alên YPG, YPJ, Kongreya Star û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.
Meş li çerxerêya Gardîniya rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê Ebîr Hesen axivî û got: “Bi saya fedekariyên şehîdên berxwedana Kobanê em li vê qadê kom bûne. Ew bûn sembola berxwedan û têkoşîna li dijî DAIŞ`ê.”
Ebîr Hesen behsa rola jinan di berxwedana Kobanê de kir û got: “YPJ`ê bi vîn û israr şer kir û li ber xwe da heta ku ji hemû jinan li cîhanê bû mînak. Şehîd Arîn Mîrkan ji dijmin û cîhanê re isbat kir ku jinên Kurd ji bo parastina ax û welatê xwe amade ne fedekariyan bidin. Arîn Mîrkan ji hemû jinan li cîhanê bû sembol.”
Ebîr anî ziman ku piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê, dewleta Tirk careke din hewl dide yekser şerî gel bike û vîna wî bişikîne.
Di meşê de hevserokê Meclisa PYD`ê ya navçeya Dirbêsiyê Mihemed Tel Kerme got, berxwedana ciwanên Kurd her çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê li dijî dijminan derbeyeke giran bû.
Tel Kerme bang li hemû dewletên cîhanê kir ku piştgiriya Kobanê kir, li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker careke din piştgiriya vî gelî bikin.
HOL
Şêniyên navçeya Holê soza berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û derxistina wê ji axa dagirkirî da. Her wiha diyar kirin ku ew piştgiriya Kobanê dikin.
Di çalaliya li Holê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, YPG û YPJ`ê hatin hildan.
Di çalakiyê de bi navê Kongreya Star endama rêveber Cemîle Abdullah, Partiya Sûriya Pêşerojê endamê meclisa ciwanan a partiyê Elî Sultan axivîn û nerazîbûnên xwe ya li hemberî gefên dewleta Tirk û binpêkirina hevpeymanan li pêşiya çavên cîhanê rave kirin.
Di axaftinan bêdengiya Rûsyayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên Meclisa Ewlehiyê ya li hemberî sûcên dewleta Tirk hate şermezarkirin û hate gotin, dewleta Tirk hewl dide bi rêya gef û êrişên xwe ewlehiya herêmê têk bibe.
Şêniyên navçeyê bi rêya dirûşmên ku berz kirine, soza berdewakirina berxwedanê Ii hemberî dagirkeriya Tirk da.
ŞEDADÊ
Bi sedan şêniyên gundewarên başûrê Hesekê bi heman boneyê li qada sereke ya navçeya El-Erîşa kom bûn û pankartên bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê û şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirin.
Girseya gel li ber avahiya şaredariyê meşiyan û li kolana sereke geriyan û li qada giştî ya Meclisa Taxa El-Erîşa kom bûn. Piştre Berdevka Meclisa Başûr Nîhad El-Ebdullah û endamê Partiya Yekitiya Demokratîk Reifet El-Derwîş axivîn.
Nîhad El-Ebdullah bal kişand ser berxwedana qehremantî ya ku di têkbirina DAIŞ’ê de li ser destê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate nîşandan û girîngiya berxwedana Kobanê ya di têkbirina çeteyên DAIŞ’ê de bi berfirehî nirxand.
El-Ebdullah di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî kir ku li hember gef û êrişên dewleta Tirk a dagirke piştgiriyê bidin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qada asîmanî li ber balafrên Tirkiyê bigirin.
El-Derwîş diyar kr ku Kobanê deriyê rizgarkirina hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û zinarê ku herî zêde rêxistinên terorîst tê de hatine şikandin.
TIL TEMIR
Bi heman armancê li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê meşek hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên Til Temir û navçeya Zirganê beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên "Kobanê mirovahî parast, divê mirovahî Kobanê biparêze", wêneyên şehîdan û alên partiyên siyasî hatin hildan.
Meş li gelek kolanên sereke yên Til Temirê geriya û naverasta bajarokê veguhertî mîtîngê.
Ji rêveberên PYD'ê Ednan Kalo axivî û got: "Ev nav ji bo rojeke wiha hate lêkirin, piştî berxwedana hêzên me bi taybet jinên azad ên wekî Şehîd Arîn Mîrkan ev roj hate ragihandin. Ev nav ne bi piştevaniya cîhanê ya wê demê ji Kobanê re ye, lê ji ber ku berxwedana hêz û qehremanên me ew êriş û armancên welatên çavbirçî têk birin. Çeteyên êrişkar ji netewe û welatên cuda bûn."
Kelo diyar kir ku saya serkeftina bajarê Kobanê û berxwedanê ya li ser felsefeya rêber Ocalan, ew bajar bûye sembola serkeftinê, têkbirina çeteyên DAIŞ’ê û rizgarkirina herêmên Sûriyê ji dagirkerî û sûcên wan.
KAMPA SERÊKANIYÊ
Li kampa Serêkaniyê ya li taxa Telaî ya bajarê Hesekê jî bi sedan koçberên Serêkaniyê bi diruşmeya "Kobanê parastina mirovahiyê kir, divê mirovahî Kobanê biparêze" meşiyan.
Meş ku li ketina kampê dest pê kir û li nav kempan geriya, piştre mitîngeke hate lidarxistin.
Ji rêveberên Kongreya Star Cîhan Mihemed û endama Meclisa Kampa Serêkaniyê Meysa El-Alî axivîn û diyar kirin ku berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê berdewam dike.
Her wiha di daxuyaniya koçberên Serêkaniyê de hate diyarkirin ku gef û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê wê îradeya gelên azadîxwaz neşkîne û heta rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegera malên xwe dê li ber xwe bidin.