Şêniyên Hesekê: Em ji Serok Apo hînî berxwedanê bûn

Em didin pey şopa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojavayê Kurdistanê hiştiye û guh didin gelan...

Vê carê em berê xwe didin bajarê Hesekê. Gelên Ereb, Kurd, Suryanî, Asûrî yên li vê derê, hewl didin bi hev re şopên şer ji holê rakin. Mirovên li vê derê gelek caran li Lubnan û Şamê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirine. Dibêjin ku eger îro dikarin şer bikin û şer fêhm dikin, ji Ocalan hînî vê yekê bûne.

Yek ji van jî Qasim Mihammed (Bavê Azad) e. Mihammed diyar kir ku ew gelek caran çûye serdana Ocalan û hêz jê girtine.

SALA 1986'AN OCALAN DÎT

Mihammed got, "Sala 1986'an li Akademiya Mahsûm Korkmaz me Rêber Apo dît. Dema ku ev hevdîtin pêk hat, hem ji bo rêxistinbûna me ya li Ewropayê hem jî ji bo me giştî serdemeke zehmet bû. Serok Apo ji bo wê salê digot, 'Eger em sala 1986'an li dû xwe bihêlin, êdî ti zor û zehmetî nikare bi me'. Bi rastî jî ji bo me tecrûbeyeke mezin bû.

Beşa herî girîng a vê axaftinê ya di hişê min de maye; perspektîfa Rêber Apo bû ku ji me dixwestin, bi ruhê berxwedanê yê Mazlûman û bi esasgirtina peyva 'Berxwedan Jiyan e' karê xwe bikin.

Wê demê, hem ji bo rêxistinbûnê hem jî ji bo piştgiriya aborî ya ji bo partiyê me li nava zeviyan nîsk û pembo kom dikir. Ji bo partiyê sala 1987'an salek bû ku gaveke girîng hate avêtin û sala 1991'ê careke din çûm dîtina Rêber Apo.

SEMÎNERA OCALAN A LI SER CIXAREYÊ

Wê demê li kampê kîsek da destê me û got, ku divê boçikên cixareyan hemûyan kom bikin. Serok bi xwe jî rahişt kîsikekî û dest bi komkirina boçikên cixareyê kir. Serok piştre em hemû li meydanê kom kir û li ser cixareyê semînerek da. Qala zerara cixareyê ya li sînga mirovan, li ser liv û tevgera me û zerara li mala me, kir. Wê rojê got, yên dikarin dev jê berdin bila dev jê berdin, yên nikarin bila di nava 24 saetan de tenê 10 cixareyan vexwin. Yek ji yên ku dev ji cixareyê berdan ez bûm.

'FÊKIYEK BI ME HEMÛYAN PARVE DIKIR, JI WÎ RE NEDIMA'

Dema ku ji bo hevdîtina dawî çûm, Serok Apo komek ji hevalan ji bo bang li me bike, wezîfedar kiribû. Hevalan gotin, 'Serok dema hat wê we nîşan bide û bêje heval. Hûn ê jî bêjin ku ji kîjan eşîrê ne'. Her kes yek bi yek rabû û gotin bê ji ku ye û çi karî dike. Dema ku dor hate min, min got 'Ez Apoyî me û eşîra min jî PKK ye. Navê min Qasim e, ji Hesekê me û li şîrketa petrolê dixebitim'. Serok geriya, silav da her kesî û dîsa li min vegeriya. Got, 'Bijî ji vî hevalî re, bijî ji eşîra wî ya xurt re ku berxwedêr e û xwedî şehîdan e'. Kê Serok didît dibû heyranê wî. Liv û tevgera wî, çavên wî ji her kesî cudatir bû. Dema ku min li nava çavên wî dinerî, weke ku her şêweyên zanistiyê xwendiye û wê mohra xwe biavêje binê gelek tiştên bedew, xuya dikir.

Wê rojê pirtiqalek di destê wî de bû. Ew qeşart û li her yekî ji me beşek jê belav kir. Lê ji Serok re nema bû. Hevalekî me got, 'Serokê min ji te re nema'. Serok jî got, 'Rojekê wê parek ji min re jî bimîne'. Min wê rojê careke din dît ku Serok mirovekî wekhev û xwedî edalet e.

'HETA KU SEROK APO AZAD NEBE, MIROVAHÎ AZAD NABE'

Serok Apo wê sala 2019'an azad bibe. Dil û mejiyê min vê yekê dibêjin. Ez pê bawer im, her kes bi heman hêvî ye. Heta ku Serok Apo azad nebe, mirovahî jî azad nabe."

LI LUBNANÊ WÊNEYÊN OCALAN

Abdî Şêxo ji Hesekê ye û bavek e ku kurekî wî şehîd e. Sala 1999'an dema ku çû tevlî pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên li Lubnanê bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît.

Şêxo got, "Sala 1999'an ji bo pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê em çûn Lubnanê. Heta sînor em bi otobusên mezin çûbûn. Li cihê ku em gihaştinê em dîsa li otobusê siwar bûn û me dît ku li ser otobusan wêneyên Serok Apo hene. Li bajarekî xerîb ê Lubnanê me wêneyên Serok Apo didît ku vê yekê moraleke mezin dida me û ji bo me serbilindiyeke mezin bû. Piştî em gihîştin cihekî me êdî dest bi meşê kir. Ya ku min destpêkê li wir dît, ala me bû. Kêma gelekî hatibû. Wê êvarê em li wir man. Serok Apo hat gel me û me jî plansaziyek ji xwe re amade kir. Heta sibehê em li wir man û sibehê careke din hat. Wê demê Mele Abdurrahman hebû, ew bi me re li ser partiyên din ên Kurdan axivî. Piştre serok em yek bi yek silav kir û me jî 15'ê Tebaxê lê pîroz kir.

Hejmara mirovên ku 15'ê Tebaxê ji bo dîtina Rêber Apo hatin gelek bû. Moral û hêzeke mezin dabû gel.

Seroketina li Baxozê li gelê Kurd hemûyan pîroz be. Li malbatên şehîdan û çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Ev serketin bi fikir û felsefeya Serok Apo bi dest ketiye û em bi vê serketinê serbilind in."