Şêniyên Hesekê 138 şehîdên meha Adarê û Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn

Li Hesekê 138 şehîdên meha Adarê û şehîdên Hefteya Lehengiyê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna 138 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di meha Adarê de di salên cuda de şehîd bûne, merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm li Hola Serdemê ya taxa Mişêrfe ya Hesekê bi beşdariya bi sedan şêniyên bajêr û gundan, koçberên Serêkaniyê û malbatên şehîdan hat lidarxistin.

Di merasîmê de endama Rêveberiya Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Seydo axivî û fedakariyên şehîdan bi bîr anîn û got: “Em bejna xwe li ber giyanê şehîdan ditewînin. Wan şehîdan ji bo ku ewlehî li herêmê pêk were, canê xwe feda kirin. Di Adarê de em berxwedana wan şehîdan bi bîr tînin.”

Fîdan Hefteya Lehengiyê di kesayeta şehîd Mahsûm Korkmaz de silav kir û wiha domand: “Şehîd Mahsûm Korkmaz bawer kir ku fedakarî û fedaîtî ji faktorên sereke yên şoreşê ne. Li ser wê bingehê û bi baweriyeke mezin şehîd Mahsûm û hemû têkoşeran di destpêka şoreşê de têkoşiyan û ew bi pêş xist.”

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Şoreş Hesekê axivî û hefteya lehengiyê bi bîr anî û got: “Şehîd Mahsûm Korkmaz û Mazlûm Dogan, rêveberên pêşeng ên şoreşa me bûn. Berxwedana ku Mahsûm Korkmaz nîşan daye heta îro berdewam e.”

Piştî bidawîbûna axaftinan sînevîzyonek têkildarî jiyana şehîd Mahsûm Korkmaz, têkoşîn û berxwedana wî di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de û wêneyên 138 şehîdan hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de beşdaran, berxwedana şehîdan û berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir.