Li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, bi sedan şêniyên taxên Şêxmqsûd û Eşrefiyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Di meşê de hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re jî hate şermezarkirin.
Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li taxa Şêxmeqsûd destpêkir. Di meşê de alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên “Werin cenga azadiyê” hatin rakirin.
Xwepêşanderan li gelek kolanên taxa Şêxmeqsûd meşiyan û diruşmeyên xurtkirina têkoşîna li hemberî dagirkeriya Tirk û piştgiriya berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê berzkirin.
Meş li nêzî avahiya Meclisa Şehîd Gelhat a taxê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Tevgera Jinên Ciwan Zekiye Mistefa axivî û ji bo parastina gel ji şerên domdar ên li Rojhilata Navîn û destketiyên şoreşa Rojava banga hevgirtinê kir.
Zekiye Mistefa îşaret bi berxwedana gerîlayan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got: "6 mehin ku gerîlayên azadiyê li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker berxwedaneke lehengî raber dikin. Ev berxwedanî dewleta Tirk bêçare kiriye, ji ber vê yekê hemû cûre çek, di nav de yên kîmyewî û qedexekirî bikar tîne."
Mistefa her wiha destnîşan kir ku xiyaneta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) wê di rûpelên reş ên dîrokê de werin tomarkirin ku li Xelîfanê birayên xwe şehîd xistin û piştgiriya dagirkeriya Tirk kir.
Zekiye Mistefa di dewamê de bal kişande ser armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk bi armanca tunekirina Kurdan gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Divê hemû azadîxwaz li hemberî van êrişan bibin yek û hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.”
Endama Tevgera Jinên Ciwan Zekiye Mistefa ragihand ku divê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û got, "Ji ber ku mifteyên çareseriya giştî ya Rojhilata Navîn di azadkirina Rêber Abdullah Ocalan de ne."
Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û banga xurtkirina têkoşînê li dijî dagirkeriyê bi dawî bû.