Şêniyên Helebê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên Helebê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li meşe bûn. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Meş ji pêşiya hola civînan a li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Meş li ber navenda Şehîd Gelhat a li beşê rojhilatê taxê sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Endama Meclîsa Giştî ya PYD′ê Valantîna Ebdo axivî û berxwedana 24 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir. Valantîna Ebdo got: "Rêbertî ramanek diyarî gelên azadîxwaz kir û heta niha li girtîgehê li ber xwe dide, ji ber vê yek rejîma Tirk tecrîda li ser wî girantir dike û têkiliyên wî bi derve re qut dike."

Valantîna Ebdo anî ziman ku ruxmî astengiyan gel xwedî li Rêbertiya xwe derketiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku Rêbertî ne bi tenê ye, lê bi milyonan kes şopdarên wî ne û ramanê wî pêk tînin. Dîwarê Îmraliyê wê Rêbertî ji gel qut neke. Em ê bi berxwedan û îsrarê tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin. Rêbertî bi projeya xwe ya neteweya demokratîk li hemberî pergalên kapîtalîst û zîhniyeta desthilatdar rabûye."

Daxuyaniya liv ir bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.