Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi wesîleya cejnê serdana Goristanên Şehîdan kirin

Di roja destpêkê ya cejna Remezanê de bi sedan kes li Şehbayê serdana Goristanên Şehîdan kirin.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê serê sibehê berê xwe dan Goristanên Şehîdan û li wir cejn pîroz kirin.

Şêniyên ku kulîlk danîn ser gorên şehîdan, bi hêviya ku cejna bê li Efrînê pîroz bikin, cejn li hev pîroz kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş axivî.

Sûreya Hebeş cejna Remezanê destpêkê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelên aştîxwaz û Misilmanan pîroz kir û got, “Cejna Remezanê cejna aştî û ewlehiyê ye. Her wiha cejna biratiya gelan e ku hemû gel li hev pîroz dikin. Mixabin dewleta Tirk bi navê ola Îslamî gelan dixapîne û Kurdan qir dike. Ji ber wê banga me li civaka Îslamê re ew e ku pêşî li Erdogan ê kujer bigirin.”

Di daxuyaniyê de ahte destnîşankirin ku gelê Kurd wê li hemberî siyaseta Erdogan bisekine û Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bike.