Şêniyên Dêrikê ber bi cihê êrîşê ve dimeşin

Şêniyên Dêrikê ber bi gundê Teqil Beqil ê Dêrikê ve meşiyan ku dewleta Tirk a dagirker danê êvarê bi balafiran êrîş kirî bû.

Şêniyên Dêrikê ber bi gundê Teqil Beqil ê Dêrikê ve meşiyan ku dewleta Tirk a dagirker danê êvarê bi balafiran êrîş kirî bû.

Dewleta Tirk a dagirker di saet 22.00’an ve li dijî herêma Dêrikê ya Rojava, li Başûr kampa Serdeşt, geliyê Şîlo, Barê, Kesê, derdora çiyayê Şengalê û Wargeha Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi awayekî hemwext êriş dike.  Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergertin di êrîşan de birîndar hene.

Gelê Rojava pêkanîna van êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Hesekê bi şikestinekê weke tolhildana DAIŞ'ê dinirxînin.