Şêniyên Amûdê: Em ê şopdarên Rêber Abdullah Ocalan bin!

Şêniyên Amûdê yên ku serdana çalakiya kon a li Qamişlo kirîn, gotin “Em ê hertim şopdarê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bin. Em ê hertim xwedî li greva birçîbûnê derbikevin.”

Çalakiya kon a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk, ji bo bidawîkirina tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye, teqez em ê bi ser bikevin” ku li parka beramberî Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê hatiye lidarxistin, didome.

Di roja çaremîn a çalakiyê de bi dehan şêniyên Amûdê serdana konê çalakiyê kir.

Di çalakiyê de endama Kongreya Star Şehnaz Îbrahîm axivî û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha domand: “Em ê her tim şopdarên fikrên Rêber Abdullah Ocalan bin, rast e dîl hatiye girtin lê fikrên wî azad in.”

Her wiha Şehnaz piştgiriya xwe ya bi berxwedana girtiyên siyasî yên li girtîgehên dewleta Tirk ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rave kir.

Piştî axaftinan, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Amûdê Zîwer Mihemed bi navê şêniyên Amûdê daxuyanî xwend û daxwaz kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.