Şêniyên Amûdê ber bi baregeha Rûsan ve meşiyan
Welatiyên Amûdê li hemberî bêdengmayina Rûsyayê ya rê li ber qetilkirina 3 welatiyên li taxa Hilêliyê ya Qamişlo ya ji aliyê deweleta Tirk bertek nîşan dan.
Welatiyên Amûdê li hemberî bêdengmayina Rûsyayê ya rê li ber qetilkirina 3 welatiyên li taxa Hilêliyê ya Qamişlo ya ji aliyê deweleta Tirk bertek nîşan dan.
Duh balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîteke welatiyan li taxa Hilêliyê ya Qamişlo kir armanc ku di encamê de 3 welatî ji heman malbatê şehîd bûn, bi wê re şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember vê komkujiyê bi hêrs bûn.
Têkildarî vê yekê şêniyên Amûdê meşek lidarxist. Meş ji pêşiya çerxerêya Şengal a Amûdê destpêkir. Şêniyan pankartên “Hedefgitina welatiyan ji aliyê Tirkiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye”, “Rûsya li herêmê garantor e û ew berpirsê sûcên Tirkiyê li tevahî herêmê ye” û “Em bang li Rûsya dikin ku welatiyên li herêmê biparêze” rakirin.
Meş ber bi baregeha Rûsî ya li navçeyê ve çû, li wir meş veguherî mîtîngê. Şêniyan diruşmeyên “Şehîd namirin” û di çarçoveya şermezarkirina AKP û Erdogan de berz kirin.
Piştî hêzên Rûsyayê derketin ber deriyê baregehê da ku li daxwaza şêniyan guhdar bikin, Endama Rêveber a Tevgera Nûjen a Kurdistanê Newroz Hesen daxuyanî xwend û tê de bang li dewleta Rûsyayê kir ku bi erka xwe rabe.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Ji fermandariya leşkerî ya Rûsyayê ya li herêmê re
Tevî ku cara berê fermandariya Rûsyayê soz dabû ku ew ê sînorekî ji sûcên Tirkiyê re deyne, lê piştî wê bi 3 saetan dewleta Tirk êrişî welatiyên Kobanê kir û di encamê de 3 kes şehîd bûn.
Îro jî piştî wê dewleta Tirk gelek komkujî pêk anîn, careke din êrişî welatiyan kir û 3 welatî şehîd bûn.
Em li vir dibêjin ku gelo çima dewleta Rûsyayê sozên xwe yên li hemberî gelê herêmê, ji ber li tevahiya Rojava û Sûriyê garantora agirbestê ye bi cih nayîne û bi erka xwe ranabe. Dewleta Tirk bi awayekî hovane taxên bajêr topbaran dike, lê dîsa jî Rûsya sînorekî ji van sûcaran re danayne.
Gelo hûn wekî hêzeke garantor a li herêmê, agahiya we ji van sûcan hebû yan tune bû? Em bersiveke zelal ji van pirsan re dixwazin.
Ji lew re û beriya her tiştî divê dewleta Rûsyayê soza xwe ya rawestandina sûcên dewleta Tirk bide, ji ber ku ev sûc nîşaneya kûrkirina krîza Sûriyê ye.”
Li aliyekî din jî PYNK’ê sûcên dewleta Tirk li dijî welatiyan şermezar kir û ji tevahî cîhanê re da zanîn ku vîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van sûcan xurtir e.
Her wiha leşkerekî Rûsî îdia kir ku berpirsên payebilind ên Rûsya ji şêniyan re dibêje ku divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gefên dewleta Tirk netirsin, ji ber ew ji bo alîkariya gel li vir in û ger tiştekî qewimî, ew ê destwerdanê bikin, çareser bikin û wê nameya wan bigihînin fermandariya xwe.
Endamê Rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Amûdê Adil Emîn jî xîtabî hêzên Rûsî kir û got: “Em ji hêzên Rûsî yên li herêmê garantor in dixwazin ku li hemberî gelê herêmê soza xwe ya agirbestê bi cih bîne.”