Şehîdên Qereçoxê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şehîdên 25’ê Nîsanê li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya roja 25’ê Nîsanê wek ‘Roja Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê’ îlan kirîbû. Dewleta Tirk a dagirker di 25’ê Nîsana 2017’an de êrîş birîbû li ser çiyayê Qereçox a herêma Dêrîkê û di encama êrîşê de 20 şervan û welatiyên sivîl şehîd bûn. Welatiyên herêmê di salvegera şehîdan de berê xwe dan goristanê û şehîdên 25’ê Nîsanê bîranîn.

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamên saziyên sivîl û welatiyan li ser gora şehîdan find vêxistin û dua xwendin. Li goristanê ji bo giyanê şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê Rêveberiya Meclîsa Malbatê Şehîdan Gêlo Hisên axivî. Hisên anî ziman ku bi saya keda şehîdan ew îro azad li ser axa xwe jiyan dikin û got: “Di şexsê şehîdên 25’ê Nîsanê de em hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Şehîd wê timî di dilê me de zindî be û bê mirin bin.“

Hisên diyar kir ku dijmin çi bike bila bike wê nekare îradeya me lewaz bike û wiha got: “Em ê heta dawiyêli hemberî xiyanet û êrîşên dagirkeriyê bin. Heta azadiya Kurdistanê em ê li ser piyan bin û têkoşînê bilind bikin.“

Piştî axaftinan li ser gora şehîdan find hatin vêxistin û dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hatin berzkirin.