Şehîdên Parîsê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin bîranîn

Li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna şehîdên Parîsê çalakî hatin lidarxistin.

Bi boneya salvagera 11’emîn a Komkujiya Parîsê ku ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve li dijî yek ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) pêk hatibû, li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Jinan wêneyên şehîdên her du komkujiyên Parîsê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, her wiha pankartên "Bi rihê şehîdên Parîsê em ê faşîzm û dagirkeriyê têk bibin” vekirin.

ZANÎNGEHA ROJAVA

Yekitiya Jinên Ciwan çalakiyek li avahiya Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê li dar xist. Di çalakiyê de bi dehan xwendekar hazir bûn.

Wêneyên şehîd Sara (Sakîna Cansiz), Rojbîn (Fîdan Dogan) û Ronahî (Leyla Şaylemez) li hola çalakiyê hatin daliqandin û mûm li ber wan hatin pêşxistin. Her wiha pirtûkên şoreşgerî ku di nav de pirtûka li ser jiyana şehîd Sara heye û sinevizyonek li ser jiyana her sê şehîdan û siyatên qirkirinê yên ku pergalên netewdewletê li dijî jinan hate pêşandan.

Pirtûka şehîd Sara û pirtûkên şoreşgerî û wêneyên her sê şehîdan li xwendekaran hatin belavkirin.

Beşa Jineolojiyê ya Fakulteya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava jî semînerek têkildarî komkujiyên yekemîn û duyemîn da.

Di semînerê de îşaret bi armanca dewleta Tirk ji hedefgirtina jinên şoreşger û tunekirina şoreşa jinan hate kirin.

Di çalakiyê de hin beşên pirtûka "Jiyana Min Tev Şer Bû" ya şehîd Sakîne hatin xwendin.

ŞAM

Li Şamê jî, Meclisa Kongra Star şehîdên Komkujiya Parîsê ya Yekemîn bi civînekê bi bîr anîn. Civîn li taxa Zorava ya Şamê bi tevlêbûna bi dehan jinan hate lidarxistin.

Di civînê de endama Kongra Star a Şamê Newroz Xelîl daxuyaniyek da û got dewleta Tirk a dagirker ji bo vemirandina çirûska şoreşa jinan her sê jin; Sara, Rojbîn û Ronahî şehîd xistin, lê belê bi ser neket.

Newroz diyar kir ku ew nemir in û şoreşa wan ya li hember zordaran berdewam e.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî bi beşdarbûna bi sedanên jinê ji bajar û navçeyên Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Şedadê û Holê meşek hat lidarxistin. Meş li Çerxerêya Sînalko ya li bajarê Hesekê dest pê kir û li çerxerêya Kevokê bi dawî bû.

Di çalakiyê de rêvebera Kongra Star a navçeya Dirbêsiyê Fatima Keleş di  kesayeta şehîd Sakîne Cansiz û hevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de tevahî şehîdên têkoşîna azadiya bi bîr anîn.

Fatima Keleş komkujî şermezar kir û got, dê têkoşîna berdewam bikin ta azadiya tevahî jinan mîsoger bikin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.

TEBQA

Li kantona Tebqayê meşek ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ve hat lidarxistin. Bi sedan jin û xelkê kantona Tebqayê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîte, nivîsgehên girêdayî mecilsê, meclisên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, rûspiyên kantonê û tevgerên jinan û ciwanan beşdarî meşê bûn ku li taxa sêyemîn li pêşiya Rêveberiya Dergehan dest pê kir.

Meş li taxa duyemîn li pêşiya navenda Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya rawestiya û veguherî mîtingê.

Endama Rêveberiya meclisê, Semîre Hebeş axivî û got: "Siyasetên sûcdariyê yên dewleta Tirk li Sûriye û derveyî wê jî ranewestin. Komkujiyên li dijî gelan û têkoşeran pêk anîna, hîna di bîran wan gelan de zindî ne."

Semîre şehîdên komkujiya Parîsê ya yekemîn bi bîr anîn û diyar kir ku terora ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê û Abdullah Ocalan dimeşîne berdewam e û civata navneteweyî bi bêdengiya xwe rê dide dagirkeriyê ku sûc û komkujiyên dîtir bike.

Semîre soz da şehîdan ku rêya wan berdewam bikin û destkeftiyên hatine bidestxistin biparêzin, ji bo ku gel bigihêje azadî û mafê xwe têkoşîna ku şervanên hêzên leşkerî li dijî dagirkeriyê nîşan didin, wê berdewam bikin.

HELEB

Di çarçoveya çalakiyên ku bi dirûşma "Tolhildana Komkujiya Parîsê serketin û parastina şoreşa jinan e” de, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê meşek li dar xist.

Bi hezaran şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  tev li meşê bûn û ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê hatin hildan û pankartên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Jibîrkirin xiyanet e" hatin vekirin.

Meş li Çerxerêya Zeytûn a li taxa Eşrefiyê rawestiya. Endama rêveberiya Kongra Star a Helebê Berjîn Mihemed axivî û got: "Hedefkirina jinên pêşeng di kesayeta şehîd Sakîne de ji aliyê hêzên faşîst ên dagirker ve nîşaneya bêçaremûna dagirkeran a li hemberî serkeftinên ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan hatine bidestxistine ye."

Endama Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan Remziye Salih got, ew bi israr li hemberî zihniyeta desthilatdar a paşverû ya bû sedema qetilkirina 3 jinên pêşeng disekinin.

Remziye Salih got, dê xeta têkoşînê ya her sê pêşengan bidomînin û got hikumeta Fransayê berpirsê her du komkujiyên Parîsê ye.