Şehîdên Dêrikê bi merasîmekê hatin veşartin

Bi hezaran kesên ji herêma Cizîrê bi merasîmekê şehîdên Dêrikê spartin axê.

Cenazeyên şehîdên komkujiya Dêrikê li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik hatin veşartin.

Girseya gel serê sibehê cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Dêrikê wergirt û bi konvoyeke mezin bir Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik.

Ji bo 11 şehîdan; Îsam Ebdullah, Hisên Elî, Çîçek Harûnî, Hîlal Qasim, Hediye Ebdullah, Ubêd Xalid, Mehmûd Elî, Fayîz Ebdullah, Nûrî Çîftçî, Hisên Xilto û Mazin Osê merasîm hate lidarxistin.

Girseya gel darbestên şehîdan hildan ser milan û dirûşmên dilsoziya bi xeta şehîdan qîriya.

Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ciwan Alî li merasîmê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku wê li ser rêy aşehîdan bin û armanca azadiyê pêk bînin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Cîhan Hisên jî bang li xelkê Cizîrê kir û got, "Hebûna me ya li vê derê îdîayên Erdogan ên li ser înkarkirina hebûna Kurdan têk dibe. Hebûna we ya li vê derê nîşaneya hebûna Kurdan e, nîşaneya îradeya Kurdan e."

'DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ MEZINTIR BIKIN'

Cîhan Hisên got, "Dêrik di dîroka Şoreşa Rojava de her tim bi têkoşîn û berxwedana zarokên xwe hatiye bîranîn."

Cîhan Hisên banga mezinkirina têkoşînê kir û got, "Em ê nehêlin ku Lozaneke din pêk were. Em ê dîlgirtinê qebûl nekin. Heta ji me bê divê em têkoşîna xwe mezintir bikin."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Talet Yûnis jî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û got, "Hêzên navneteweyî berpirsyar û şahidê sûcên li dijî gelê me ne. Dibin hevparê rijandina xwîna gelê me."

Di merasîmê de belgeyên şehadetê yên 11 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan li ber dirûşman hatin veşartin.