Şehîdên 12’ê Adarê hatin bîranîn
Şehîdên Serhildana 12’ê Adarê li Til Maruf, Helwê, Girkê Legê û Til Berakê li ser gora xwe hatin bîranîn.
Şehîdên Serhildana 12’ê Adarê li Til Maruf, Helwê, Girkê Legê û Til Berakê li ser gora xwe hatin bîranîn.
Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi boneya 18'emîn salvegera Serhildana Qamişloyê li bajarokên Til Marûf û Helwê serdana gorên 2 şehîdan kirin.
Şêniyên Til Marûf û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan li dor gora şehîd Ziyad Îbrahîm Yûsif kom bûn, piştre endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê Hecî Ebdî Xelef şehîdên Serhildana Qamişloyê û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
‘SERHILDAN BERDEWAM DIKE‘
Xelef anî ziman ku çirûska serhildanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hê jî berdewam e û got: “Hikûmeta Şamê bersiva daxwazên gelê Kurd nedaye û heta niha jî siyaseta xwe ya tunekirinê didomîne.“
Piştre şêniyan serdana gora şehîd Mihemed Emîn Seyêd a li bajarokê Helwê kir û pismamê şehîd Hesen Mihemed destnîşan kir ku Serhildana Qamişlo û xwîna şehîdên vala neçû û encamê wê jî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
GIRKÊ LEGÊ
Bi sedan şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer li bajarokê Abirê yê navçeya Çilaxa, şehîd Ehmed Merî yê di Serhildana 12`ê Adarê de şehîd bûbû, bîranîn.
Şehîd Ehmed Merî li ser gora xwe hate bîranîn û piştre endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan li Çilaxa Hisên Îsa axivî û şehîdên Serhildana Qamişloyê bîranîn.
Îsa diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû planên hikûmeta Şamê yên bi armanca derxistina fitneyan bi saya felsefeya neteweya demokratik têk birin.
DÊRIK
Bi heman wesîleyê bi hezaran şêniyên bajarê Dêrikê û herêmên Koçeratan û Beravê, her wiha şandeyên partiyên siyasî, oldar û nûnerên saziyên civaka sivîl li Qada Azadî ya Dêrikê kom bûn.
Şêniyan şehîd Welîd Şahîn û Hisên Hesen li ser gorên wan bîranîn. Şêniyan qurnefîl danîn li ser gora şehîdan.
TIL BERAK
Meclîsa Navçeya Til Berak têkildarî Serhildana 12`ê Adarê li qada meclîsê, daxuyaniyek da. Endamê rêveber ê Meclîsê Wenas Ebdullah daxuyanî xwend.
Ebdullah anî ziman ku rughê berxwedana 12`ê Adarê bingeha Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye û got:“ Li dijî terorê û dagirkeriyê hemû pêkhateyên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava kirin û bi armanca avakirina Sûriyeke demokratîk, Rêveberiya Xweser a Demorkatîk ava kirin. Em Rêveberiya Demokratîk şehîdên 12`ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Li aliyekî din jî sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û soza berdewamkirina têkoşînê heta mîsogerkirina armancên şehîdan didin."