Şehîdên 12’ê Adarê hatin bibîranîn

Bi hezaran kes li bajarên Kantona Qamişlo şehîdên Serhildana Qamişlo ya 12’ê Adarê bi merasîman bibîranîn.

Li Dêrikê bi hezaran gel li Qada Zadî li hev civiyan û serdana gora Welîd Şahîn û Hûsên Hesen kirin ku li Dêrikê di Serhildana Qamişlo de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûn qetilkirin.

Li goristanê biraê Şehîd Welîd Şahîn û endamê Meclîsa Dêrik Mûtî Elî axvîn. Di axaftinan de wiha hate gotin; “Em ê xwedî li bîranînên şehîdên 12’ê Adarê derbikevin û têkoşînê bidomîn.” Berxwedana bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hate silav kirin.

GIRKÊ LEGÊ / ÇILAXA

Bi hezaran welatiyên navçeyên Girkê Legê û Çilaxa çûn goristana gundê Abîra yê navçeya Çilaxa û şehîdên 12’ê Adarê bibîranîn.

Şêniyên Girkê Legê û Çilaxa li têketina gundê Abîra kom bûn û ji wir hate goristanê meşiyan.

Li goristanê merasîm bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) yê navçeya Çilaxa Abduselam Ebas axivî û şehîdên Raperîna 12’ê Adarê bi bîr anî. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Ebas got, şehîdên Serhildana 12’ê Adarê mîraseya destkeftiyên Şoreşa Rojava ne û wiha got:" Tiştê îro ji şoreşê tê dîtin , yek ji mîraseya têkoşîna şoreşê ya Serhildana 12’ê Adarê ya ber bi Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ve ye."

Piştre  hevseroka Meclîsa Herêma Dêrikê Zulfa Bedor axivî û got:" Şehîdên 12’ê Adarê agirê rêya azadiyê ne. Heta roja îro şehîdan didin, da ku soza şopandina nameya azadiyê û demokratîk a şehîdan, biparêzin."

Mir Mihemed bavê şehîd Ehmed Mihemed ê ku di 12’ê Adara 2004’an de şehîd bûye, wiha da axivî: “ Serhildana 12’ê Adarê du aliyên xwe hene. Yek reşahî ye û ya din jî ronahiya gelê Kurd e. Ji ber bû bingeha Şoreşa Rojava û destkeftiyên ku ta vê kêliyê. Di encama keda şehîdan de, çemberkirina DAÎŞ’ê li gundê Baxozê di berîka xwe ya dawîn, dibînin."

TIRBESPIYÊ

Bi sedan welatiyê navçeya Tirbespiyê ji bo bîranîan şehîdên Serhildana 12’ê Adarê, meşiyan.

Welatî  li pêşiya Navenda Kongreya Star kom bûn û ber bi sûka navendî ve bi tilîliyan, silavkirina Serhildanê, banga biratiya gelan û jiyana hevbeş meşiyan.

Welatiyan alên YPG û YPJ,  QSD û pankartên bi nivîsên" Serî hilde, em hemû destek in da ku xak û welatê xwe biparêzin" hatibûn nivîsandin, hildan.

Girse piştre li pêşiya Akademiya Şehîd Yekta Herekol kom bûn. Piştre bi navê Kongre Star a navçeyê endama rêveber Leyla Mihemed û bi navê Meclîsa navçeyê hevserokê Meclîsê Abduruhman Hiso axivîn.

Qisekeran siyasetên ku hê jî desthildariyên li Rojhilata Navîn bi armanca berdana fîtneyan dimeşînin, şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku gelê Rojava serî tewandin di 2004’an de red kir û têkoşîna gel di 2011’an de berhem da.