Şehîdê QSD'ê Belek li Kobanê spartin axê

Cenazeyê şehîdê QSD'ê Hesen Şahîn (Hesen Belek) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Şêniyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hesen Şahîn (Hesen Belek) ê ku li herêma Sirînê dema erka xwe bi cih danî, şehîd bibû, li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê. Di merasîmê de gerîlayê HPG'ê Xelîl Qewas (Hebûn Girê Spî) yên ji gundê Xerbîstan ê Kobanê ye û li herêma Botanê ya Bakurê Kurdistanê de şehîd bibû hate bîranîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ebdulrehman Elî Demer axivî û got: "Bi saya şehîdan welat rizgar dibin. Divê gelê me xeta şehîdan bişopînin û nirxên wan biparêzin da ku hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Li ser navê tevgera jinan li herêma Firatê Almaz Romî banga tevlîbûna pêngava "Ne ji dagirkeriyê re, erê ji parastina destkeftiyên şoreşê re" kir.

Li ser navê malbata şehîd Hebûn Girê Spî, Îsmaîl Qewas axivî û diyar kir ku şehîd ji bo jiyaneke azad û bi rûmet ji gelê xwe berdêlên mezin didin.

Bi navê malbata Hesen Belek, Celal Belek banga parastina deskeftiyên şehîdan kir.

Piştî axaftinana nasnameyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşman spartin axê.