Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundir Delî veşartin

Li Hesekê bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Teysîr Delî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Teysîr Delî ji Meclîsa Malbatên Şehîdan hate girti û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Dijwar a li gundê Dawdiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina şervanên Hêzên Parastina Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve destpê kir.

Piştre li ser navên Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Mihemed û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Holê Ebdulezîz El-Ebdo axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştî nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin û şûnde cenazeyê şehîd bi dirûşman veşartin.