Şehîdê Berxwedana Rûmetê Nêfo veşartin
Cenazeyê yek ji berxwedêrê Berxwedana Rûmetê Mihemed Nêfo di êrîşên dagirker û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbû, bi merasîmekê veşartin.
Cenazeyê yek ji berxwedêrê Berxwedana Rûmetê Mihemed Nêfo di êrîşên dagirker û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbû, bi merasîmekê veşartin.
Bi sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê şervanê Erke Xweparastinê Mihemed Nêfo yê di Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de şehîd bûbû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Merasîm li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm û ji fermandarên Hêzên Ereka Xweparastinê Salîm Îbarahîm axivîn.
Di axaftinan de, îşaret bi berdewamkirina berxwedanê ya li dijî artêşa Tirk hate kirin.
Bavê şehîd Mihemed, Nesrî Nêfo axivî û got: “ Li dijî artêşa Tirk em soza berxwedan û têkoşînê didin. Kurê min di oxira parastina xak û gelê xwe ji talankeran şehîd bûye.”
Di dawiya merasîmê de nansnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.
Piştre jî cenazeyê şehîd Mihemed Nêfo di nava dirûşman de, li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin.